Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di riya odeyeke telfizyonî ya girtî re civînek li gel girûpek ji rewşenbîr û hunermendên Sûrî lidar xist, û bi wan re giringtirîn Kêşe û astengiyên li pêşiya şoreşê û doseyên ku Hevbendiya Niştimanî di dema niha de li ser dixebite û nemaze doseya çaksazkirinê gengeşe kir.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û herdû Cîgerên wî Uqab Yehya û Ebdulhekîm Beşar û Endamê Desteya Siyasî Ebdulmecîd Berekat amade bûn, û hevdîtin bi rêvebiriya Endamê Desteya Giştî Zekeriya Melahifcî birêve çû.
Û Elherîrî şiroveyek li ser karê Hevbendiya Niştimanî di qonaxa dahatî de yaku giringiyê dide bihêzkirina Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê daku ketwarê Sûriyan çak bike pêşkêş kir.
Û li ser pêşhatên pirosesa siyasî û xebatên Komîteya Destûrî û hewildanên Rûsiya yên reva ji pirosesa siyasî di riya vexwandina Wezareta Bergiriyê ya Rûsî re yaku dê kongirekî derbarê vegera penaberan lidar bixe axivî.
Û Elherîrî tekezî li ser rola giring a rewşenbîrên Sûrî di mana geşbûna şoreşê bi tevaya armanc û pirensîpên wê ve û berdewamiya karê li ser pêkanîna hêviyên gelê Sûrî yên bidestxistina azadî û rûmetê kir.
Û amadebûyan hejmarek ji pêşniyar û ramanan bo çakkirina ketwarê Sûriyan û sivikkirina derdeseriyên wan pêşkêş kirin, û li ser berdewamiya pêwendî û hevkarî û hevrêziyê ji bo rûbirûbûna astengiyên dahatî lihev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî