Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimamî ya sûrî civîna xwe ya rolane bi serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî yê ku civat bi kêliyeke bêdeng li ser giyanê rehmetiyê koça dawiyê kiriye Mîşêl Kilo dest pê kir lidar xist, û di kurtegotarekê de behsa dîroka xebata wî ya siyasî dijî rijêma Esed kir.
Û Elherîrî encamên hevdîtina li gel Şanderê Almanî bo doseya sûriyê berçav kirin, û got ku wan girêngî dane retkirina navdewletî ya berfireh ji şanoya hilbijartinên ku rijêma Esed dixwaze di dema dahatî de lidar bixe, û tekezî li ser pêwîstiya standina pêngavin navdewletî bo nehêlana koçberkirina penaberên sûrî nemaze yên li Danîmarkê kir.
Û Desteya Siyasî pêşniyara pirojeya avakirina desteyên giştî li parêzgehan ji bo ku bibin bigehehên stratîcîk ji tevgera sivîl û siyasî re li welêt gengeşe kir.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Ebdulbasit Ebduletîf şiroveyek li ser bûyerên vê dawiyê li herdû bajarên Reqayê û Qamişlo peydabûne pêşkêş kir, û di vê derbarê de hejmarek temînî kirin.
Û Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş li ser encamên hevdîtinên ku wê di riya ofîsa jinê û ya ciwanan yên Hevbendiya Niştimanî re lidar xistine axivî.
Û ji aliyê xwe ve Rêvebiriya Karûbarê Hikûmetê û Saziyan û Rêvebiriya Penaberan û Ofîsa Revendan û Komîteya Diyaloga Niştimanî û Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş raporên kar û civatên xwe di hefteya bûrî de berçav kirin.
Û Desteya Siyasî karên Komîteya Destûrî û amadekariyên bo gera şeşemîn ya Komîtryê çêdibin gengeşe kirin, û bi karê dawîkirina xal û beşên destûrî rabû, û ew ji Komîteya Yasayî re şandin, ji aliyekî ve bo hevrêzkariyê û ji aliyê din ve daku wek belgeyên Hevbendiyê yên siyasî û yasayî û rêxistinî bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî