Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civata xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiyê, Salim Elmislit, û hejmarek mezin ji endamên Desteya Giştî lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li sûriyê kir.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî, Ebdilmejîd Berekat, şiroveyeke kurt li ser civatên awarte bi dirêjiya hefteya bûrî yên ku bi awayekî rojane berdewam kirin pêşkêş kir, û kaxeza panoramaya bûyerên siyasî yên heftane di warê siyasî û navdewletî û herêmî de, yên bibandor û girêdayî doseya Sûriyê berçav kir.
Û Desteya Serokatiyê kar û çalakiyên xwe berçav kirin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit, li ser Hevdîtina li gel Şanderê Navdewletî Geir Pedersen derbarê karên Komîteya Destûrî ya Sûrî axivî, û got ku ta niha Şanderê Navdewletî nikaribû civanekê bo gera nû ya Komîteya Destûrî nîşan bike, û tu geşbînî di warê pêşketina pirosesa siyasî de diyar nekir, ji ber serhişkî û berepêkên rijêmê .
Û amadebûyan lêveger ji xiştekara serdana ku dê Hevbendiya Niştimanî bo New York pê rabibe û hevdîtinên ku dê li rex Civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî lidar bixe çêkirin.
Û Ofîsa Şêwerdariyên Stratîcîk û Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan kaxezek li ser pêşketinên helwesta siyasî li Sûriyê a ku ji hejmarek ji temîniyan pêk tê pêşkêş kirin.
Û Ofîsa Girêdan û Xwendinên Leşkerî, rewşa meydanî û dawîtirîn pêşketinên leşkerî li başûr û bakur berçav kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî