Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Emrîka, civatek li gel Şandê Îstoniya li Netewên Yekbûyî li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî lidar xist, û di civatê de behsa pêşketinên pirosesa siyasî li Sûriyê û astengiyên rijêmê kirin.
Civat li Baregeha Îstoniya di Netewên Yekbûyî de birêve çû, û di civatê de Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit, û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, Enes Elebde, û Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdilhekîm Beşar û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Washington Quteybe Îdlibî amade bûn.
Û ji aliyê Îstoniya ve Wezîra Derve, Ava Maria Limees, û Rêvebirê Karûbarê Siyasî di Wezareta Derve de û Balyozê Îstoniya yê herdemî di Netewên Yekbûyî de amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî spasî bo Dewleta Îstoniya li ser piştgiriya siyasî û mirovahî ya girîng bo doza Sûriyê di Encûmena Ewlekariyê de pêşkêş kir, û li ser pêşketinên rewşa meydanî li Sûriyê û berdewamiya rijêma Esed û piştgirên wê di pêkanîna tawanên cengê de dermafê mirovan axivî.
Û Serokê Desteya Danûstandinê li ser hewildanên Îstoniya di biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî de bo Sûriyê di riya dergehên sînorî re axivî, û tekezî li ser giringiya dîtina dariştinin nû bo ku li ser kar bikin kir, û çareyên berdêl yên piştgir bo mîkanîzmeke navdewletî ya serbixwe bibînin, daku çarenûsa girtî û binçavkiriyên kotekî diyar bibe.
Û Elebde cext kir ku pêşindeya Desteya Danûstandinê ya Sûrî pêkanîna dadweriyê li Sûriyê ye, û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên girêdayî karûbarê Sûriyê cîbicî bibin, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdu biryarên 2118 û 2254an, û daxwaz ji Îstoniya kir ku piştgiriya destpêşxiriya Birêtaniya û Holenda bo avakirina dadgeheke taybet bi tawanên cengê li Sûriyê bike.
Û Cîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar li ser rewşa meydanî û nemaze koçberkirina kotekî dermafê kurdan bi sedema kiryarên milîsên PYD axivî, û tekezî li ser giringiya piştgiriya maf û daxwazên gelê Sûrî û xurtkirina jinê kir.
Ji aliyê xwe ve Wezîra Derve ya Îstoniya piştgiriya welatê xwe bo gelê Sûrî anî ziman, û tekez kir ku piştgirêdana bi Esed ziyan e, û bêzarbûna xwe li ser rewşa zarokên Sûriyê û berdewamiya derdeseriyên wan anî ziman, û bal kişand ser ku welatê wê guh dide rewşa koçber û derbideran û piştevaniya wan bo jiyaneke ewle û rûmetdar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî