Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, li Emrîka, civatek li gel Şandê Yonanistanî li baregeha Netewên Yekbûyî li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî lidar xist, û têde behsa doseya penaberên Sûrî yên li Yonanistanê asê mane kir, her weha pêşketinên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê û jikarêxistinên pirosesê ji aliyê rijêma Esed ve.
Û hevdîtin li Baregeha Şandê Yonanistanê li New Yorkê lidar ket, û têde Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Istêfo û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Rêvebirê Siyasî di Wezareta Derve ya Yonanistanê de Harris Lalacos û tîmê Şandê Yonanistanê beşdar bûn.
Û amadebûyan bi hûrgilî rewşa penaberên Sûrî li Yonanistanê û pêşeroja wan û pêwîstiya şopandina karûbarê wan û çareserkirina pirsgirêkên wan berçav kirin, nemaze ku penaberên Sûrî yên li Yonanistanê asê bûne dixwazin ji wir berve dewletên Ewropî biçin, ji bo ewlehî û aramiyê.
Û amadebûyan tekez kirin ku doseya penaberan bûya Qurbana nakokiyên siyasî û wê jî bandor li ser rewşa penaberan kiriye, û derdeseriyên wan zêde kirine û pirsgirêkên wan aloztir bûne, û cextî li ser pêwîstiya ku civaka navdewletî di çareserkirina vê doseyê de alîkar be kirin, û tenê li ser milê Tirkiyê û Yonanistanê bi tenê nehêlin.
Û li ser rewşa deverên rizgarkirî û karên ku saziyên Hevbendiya Niştimanî ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê pê radibin axivîn, ji ber ku wê aramî û ewlehiyê hiştiye ku niştecî xwe li wê deverê bigirin.
Û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo tekez kir ku pirosesa siyasî hîn bi sedema astenkirinên rijêmê û hevalbendên wê rawestiyayî ye, û tiştekî nû li ser maseya çareya siyasî an li bal Şanderê Navnetewî Geir Pederson tune ye, û di heman demê de tekezî li ser giringiya biryara dirêjkirina dema alîkariyên mirovahî di riya dergehên sînorî re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî