Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Emrîka, civînek li gel Şandê Holenda di Netewên Yekbûyî de li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî lidar xist, û behsa pêşketinên pirosesa siyasî li Sûriyê û jikarêxistina rijêma Esed jêre kir.
Û di civata ku li Baregeha Şandê Holendî li Netewên Yekbûyî li New Yorkê, Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilhekîm Beşar û Endamê Desteya Siyasî Serokê Ofîsa Têkliyên Derve di Desteya Danûstandinê de D. Bedir Camûs û Endama Desteya Danûstandinê Fedwa Elicêlî beşdar bûn.
Û ji aliyê Şandê Holendî ve, Rêvebirê Giştî yê Karûbarê Siyasî Thijs Van Der Plus û endamên Şandê Holendî amade bûn.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî spasiya Holenda kir, li ser piştgiriya siyasî û mirovahî û yasayî bo gelê Sûrî daku daxwazên azadî û rûmet û demoqrasiyê pêk bîne.
Û Şandê Hevbendiyê li ser rewşa deverên rizgarkirî û astengî û dijwariyên ku rastî karê saziyên Hevbendiya Niştimanî li wir tên û di serî de karên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê nemaze li ser asta tenduristî û fêrkirinê axivî.
Û Şandê Hevbendiyê daxwaza xurtkirina karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî kir, daku hîn bêhtir aramî û geşepêdan pêk were, û vegera derbider û koçberan bo dever û malên xwe misoger bibe.
Û amadebûyan pêşketinên rewşa Deraa û tawanên rijêmê û piştgirên wê dermafê nişteciyên parêzgehê û bandorên hêla Gaza Erebî gengeşe kirin, û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ew mîna binpêkirinê ye ji sizayên ku li ser rijêmê hatine sepandin re.
Û Şandê Holendiyê li ser karê Holenda di warê mirovahî û yasayî de û piştgiriya pirosesa siyasî li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê yên girêdayî wê pirosesê û di serî de biryara 2254an axivî, û tekez kir ku Holenda têkliyên normal li gel rijêma Esed napejrîne, û dê di piştgiriya daxwazên gelê Sûrî de ta dawiyê berdewam be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî