Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Emrîka bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî, Ehmed Ebo Elxêt û şandê pêre re li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û têde behsa pêşketinên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê û jikarêxistina rijêma Esed jêre kirin.
Û Şandê Hevbendiyê ji Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit, û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, Enes Elebde û Gîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar û Endamê Desteya Siyasî Serokê Ofîsa Têkliyên Derve di Desteya Danûstandinê de D. Bedir Camos pêk hat.
Û di hevdîtinê de rewşa meydanî li Sûriyê û rêyên nehêlana derdeseriyên gelê Sûrî yê ku rastî pîstirîn rewşa mirovahî di dîroka nûjen de tê berçav bû, her weha metirsiyên operasyonên guhartina demografî ya berdewam û bandorên wê yên pêşerojê li ser aramiya welêt.
Û amadebûyan curbecur qonaxên pirosesa siyasî û Karê Komîteya Destûrî ya Sûrî yaku ta niha neghiştiye tu encamên berçav ji ber astengkirinên rijêmê ji karê wê re û tunebûna rasiyê di gotûbêjkirina naverokên destûrî de gengeşe kirin.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya rola erebî di çareserkirina doza Sûrî de û piştgiriya Komkara Erebî bo pirosesa siyasî û rawestana li kêleka gelê Sûrî kir, û cextî li ser pêwîstiya ku rê nedin rijêmê ji bo vegera daniştgeha Komkarê kir.
Û Serokê Desteya Danûstandinê diyar kir ku rêbaza leşkerî ya rijêma Esed dê di gihiştina çi ancamê de li Sûriyê ne sûdar be, û cext kir ku gelê Sûrî bi çi çareyên derveyî çarçoveya navdewletî razî nabe, û bal kişand ser gurkirina metirsîdar a Îranî li ser başûrê Sûriyê û bandora wê li ser derdora erebî.
Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî yê Komkara Dewletên Ereb, tekezî li ser giringiya pêşdebirina berve çalakkirina pirosesa danûstandinê li gor biryara Encumena Ewlekariyê 2254an kir, piştî ku ji demekê de pûç bûye, li gel pêwîstiya tevlêbûna pirosesa siyasî bi awayekî cidî.
Û bal kişand ser ku biryara Komkara Erebî biryra koma Dewletên Ereb e, ew jî çalakbûnê ji tevaya dewletan dixwaze, daku bandoreke erênî li Sûriyê çêbikin.
Û di hevdîtinê de karên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe, daku bighêje çareya siyasî li Sûriyê bi beşdariya tevaya aliyan li gor ku di biryar û daxwiyaniyên di vî warî de derketine û nemaze biryara Encumena Ewlekariyê 2254an bilind nirxand.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî