• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 21 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Civîna Xwe ya Rolane Lidar Dixe û Behsa Pêşhatên Rewşa Meydanî û Siyasî Dike

October 30, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Desteya Siyasî Civîna Xwe ya Rolane Lidar Dixe û Behsa Pêşhatên Rewşa Meydanî û Siyasî Dike

Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit, û amadebûna hejmarek mezin ji endamên Desteya Giştî lidar xist, û behsa pêşketinên rewşa meydanî û pêşhatên pirosesa siyasî li Sûriyê kir.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser çalakiyên ku hefteya bûrî pê rabûye wek serdana Cinêvê û hevdîtina li gel Alîkarê Wezîrê Derve yê Emrîka, yê ku tekez kir ku Emrîka li berdewamiya pirosesa siyasî  miqate ye, û giringiyê dide pêşdeçûna Komîteya Destûrî di gera şeşemîn de, şiroveyek pêşkêş kir, û behsa nerazîbûna Emrîka ji kartêkerkirina Ofîsa Interpol li Şamê û pêngavên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed kir.

Û Elmislit li ser hevdîtina xwe li Cinêvê bi aliyê Tirkî re, yê ku xweşhaliya xwe bi serdana Hevbendiyê bo Emrîka anî ziman, axivî, û tekezî li ser giringiya kartêketkirina Ofîsa Washington û serdanên Hevbendiyê bo dewletên Ewropî kir. Û behsa hevdîtina li gel aliyê Qeterî kir, û got ku wî miqatebûna xwe li giringiya pirosesa siyasî diyar kir, û metirsiya rewakirina rijêma tawanbar û rewşa balyozxaneya Hevbendiyê li Qeterê hate gengeşekirin.

Û Elmislit diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî hejmarek ji nameyan ji Wezîrên Derve yên dewletên dost û birayên gelê Sûrî re şandine, û têde daxwaza livekê ji bo  rawestandina biryara Saziya Interpolê a girêdayî bi kartêkerkirina danûstandinê li gel rijêma Esed ya tawanbar ji wan dike.

Û Cîgirê Serok Doktor Ebdilhekîm Beşar li ser giringiya lêpirsînê derbarê duristiya hin giliyên bi sedema baceyên ku li ser xwediyên berhemên zêtûnan hatine sepandin ji aliyê hin şaxên çekdar ve axivî, û tekezî li ser giringiya şopandin û lêpirsînê derbarê vê mijarê kir.

Û careke din li ser pirsgirêkên mamosteyên Sûrî li Herêma Kurdistanê û nebûna dibistanan daku zarok têde fêr bibin axivî, herweha li ser pirsgirêka xwendekarên Sûrî yên kurd li Herêmê yên ku rêbaza bi zimanê erebî dixwazin.

Û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo şiroveyek li ser karên xwe di hefteya bûrî de wek liva dijî nepejrandina kartêkerkirina Ofîsa Interpolê li bal rijêma Esed û amadekaryên bo serdana Firansa û Bosne û Hirsik pêşkêş kir.

Û Istêfo tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina pêwendiyan li gel dewletên Rojhilatî Asiya nemaze Malîziya û saziya Hevkariya Îslamî û beşdariya di kongirê wê yê dahatî de kir.

Û Emîndarê Giştî Doktor Heysem Rehmê, li ser karên Emîndariya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî û amadekariyên bo civata Destetya Giştî ya Hevbendiyê ya xola 59an axivî, û rapora Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê derbarê pêdviyên zivistanê di kampên li bakurê Sûriyê barçav kir.

Û amadebûyan encamên gera şeşemîn ji karên Komîteya Destûrî û asoyên pirosesa siyasî û bijardeyên Hevbendiya Niştimanî bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 gengeşe kirin.

Û ofîs û rêvebirî û komîteyan raporên karên xwe li pêşiya endamên Desteya Siyasî pêşkêş kirin, û Ofîsa Penaberan rewşa penaberên Sûrî li Libnanê di dema kêşeya aborî ya ku Libnan têre derbas dibe de ji ber ku bêhtirê penaberan xwe dispêrin ser alîkariyên navnetewî yên ku pir kêmasî têde di warê belavkirina alîkariyan de hene pêşkêş kir.

Û amadebûyan karên Komîteya Guhertina Rêzika Bingehîn ya Hevbendiyê û serdana Komîteya Diyaloga Niştimanî bo deverên rizgarkirî û hevdîtinên ku li gel çalakvanên sivîl lidar xistine berçav kirin, û karê ku Komîteya Fêrkirin û Zanîngehan pê rabûye şirove kirin.

Û Desteya Siyasî bi hejmarek ji xwesek û temîniyan derket ew jî ev in: Şopandina giliyên ku ji aliyê xwediyên zeviyan de hatine, û rawestana li ser rewşa deverên rizgarkirî, û lidarxistina workşopekê ji bo gengeşekirina pirosesa siyasî bi awayekî giştî bi beşdariya kesayetin ji Hevbendiyê û ji derveyî wê û divê ku dema wê di hefteya dahatî de be.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Civîna Xwe ya Xola 66an li Dar Xist û Têde Pesnê Xweragirî û Qurbanîdana Gelê Sûriyê Da
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Civîna Xwe ya Xola 66an li Dar Xist û Têde Pesnê Xweragirî û Qurbanîdana Gelê Sûriyê Da

March 20, 2023
Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windayan Çalakiyekê bo Bîranîna Girtî û Binçavkiriyên di Zîndanên Esed de di Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî de li Dar Dixe
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windayan Çalakiyekê bo Bîranîna Girtî û Binçavkiriyên di Zîndanên Esed de di Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî de li Dar Dixe

March 20, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Civîna Xwe ya Xola 66an li Dar Xist û Têde Pesnê Xweragirî û Qurbanîdana Gelê Sûriyê Da

Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windayan Çalakiyekê bo Bîranîna Girtî û Binçavkiriyên di Zîndanên Esed de di Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî de li Dar Dixe

Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Rapora Xwe Derbarê Bersiva Karmendên Hikûmetê li Hember Erdheja Wêranker li Pêşiya Desteya Giştî Pêşkêş Dike

Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan Rapora Karê Xwe li Pşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di Xola 66emîn de Pêşkêş Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.