Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit, di riya odeyeke tilfizyonî ya girtî re, bi amadebûna hejmarek mezin ji endamên Desteya Siyasî û yên Desteya Giştî lidar xist, û behsa pêşketinên rewşa meydanî û pêşhatên pirosesa siyasî li Sûriyê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyeke kurt li ser serdanên navdewletî yên ku dê di dema dahatî de pê rabe, her weha giringtirîn doseyên siyasî û meydanî û li ser asta mirovahî yên ku dê li ser bixebite, pêşkêş kir.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdilhekîm Beşar, di şiroveya xwe de tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka fêrkirinê ya mamoste û xwendekaran li Herêma Kurdistanê kir, û tekezî li ser giringiya şopandina doza bacên zeytûnê li devera Efrînê kir.
Û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo di şiroveya xwe de li ser çalakiyên ku di hefteya dawîn de pê rabûye û amadekariyên bo hevdîtinên ku dê li gel Yekîtiya Ewropa û aliyê Emrîkî lidar bixe û pêwendiyên derbarê kêşeya korona li bakurê Sûriyê axivî, û Istêfo giringî da destpêkirina karê ji bo dirêjkirina biryara alîkariyan di riya xalên sînorî re.
Û Cîgira Serok Ruba Hebûş encamên çalakiyên ku pê rabûye derbarê rahênankirina jinên ji zîndanên rijêmê rizgar bûne berçav kir, û li ser pirsgirêkên jinên li Lîbiya asê mane û pêwendî bi wan re li dar xistine axivî.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, şiroveyek li ser karên Emîndariya Giştî pêşkêş kir, û têde bal kişand ser karê amadehiyên ku Emîndariya Giştî derbarê civîna Desteya Giştî ya Hevbendiyê a xola 59an pê radibe, her weha dawîtirîn pêşketinên belavbûna bêtara koronayê li Sûriyê.
Û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs di kurte-şiroveya xwe ya ku li pêşiya Desteya Siyasî pêşkêş kiriye de, bal kişand ser karê Komîteya Fêrkirin û Zanîngehan û got ku Komîte dê rapora xwe piştî temamkirina karên xwe pêşkêş bike.
Û Endamên Desteya Siyasî behsa pirosesa siyasî û Komîteya Destûrî kirin, û herdû raporên siyasî û meydanî di civatê de hatin pêşkêşkirin.
Û giringtirîn rasparteyên civatê ev bûn: Cîgira Serok Ruba Hebûş dê li gel aliyê lîbî re pêwendiyan bike, daku pirsgirêka jinên Sûrî yên li Lîbiya asê mane çareser bike. Cîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar dê pirsgirêka fêrkirina sûriyan li Herêma Kurdistanê bişopîne, û raporekê derbarê temînî û encamên karê xwe ji Desteya Siyasî re pêşkêş bike. Û civata Desteya Siyasî ya normal a dahatî, ji bo gengeşekirina pirosesa siyasî terxan bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî