Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, panorameya bûyerên siyasî yên heftane li ser asta navdewletî û herêmî yên girêdayî doseya Sûriyê berçav kir.
Û amadebûyan encamên civata dawîn ya Hevbendiya Niştimanî bi Nûnerê Dewletên Dost û Birayên Gelê Sûrî re gengeşe kirin, nemaze yên têkildarî kartêkerkirina pirosesa siyasî û alîkariyên mirovahî.
Û Herdu Cîgirên Serok Ebdilhekîm Beşar û Ebdilehed Istêfo, rêşûnên ku Hevbendiya Niştimanî bo çareserkirina pirsgirêka fêrkirina sûriyan li Herêma Kurdistanê pê radibe berçav kirin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî D. Heysem Rehmê, şiroveyek li ser karên Emîndariya Giştî di hefteya bûrî de pêşkêş kir.
Û Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan kaxezeke siyasî derbarê dawîtirîn pêşketinên pêşbînkirî di pirosesa siyasî û karê Komêteya Destûrî de pêşkêş kir.
Û amadebûyan guhdarî raporekê li ser pêşketinên rewşa meydanî li bakur rojava û bakur û rojhilat û başûrê Sûriyê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî