Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, şandek ji Yekîtiya Rojnemevanên Sûrî li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê kir, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kir.
Û di civatê de endamên Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan, Behcet Etasî, Ehmed Elşihadî, Fîras Elmisrî û Esed Elîto amade bûn.
Û Elmislit li ser encamên hevdîtinên navdewletî yên ku Hevbendiya Niştimanî li gel berpirs û şandên diplomatîk ên biyanî pêk anîne axivî, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî hemû şiyanên xwe bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û sepandina fişaran li ser civaka navdewletî bo vekirina sepetên dîtir ên di biryara navdewletî ya 2254an de kir.
Û Elmislit tekezî li ser rola ciwana û rojnemevanên Sûrî yên li deverên rizgarkirî dimînin kir, di riya karê wan yê derbirîna berdewamiya şoreşa Sûrî û viyana gelê Sûrî ji bo rizgarbûna ji rijêma Esed û stemkariyê dike.
Û bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina pêwendî û hevrêzkariyê û karê pevre ji bo bihêzkirina dengê şoreşê daku bighînin daxwazên gelê Sûrî di azadî û dadwerî û demoqrasiyê de.
Ji aliyê xwe ve Şandê Yekîtiya Rojnemevanên Sûrî li ser karê xwe û hejmara endamên Yekîtiyê û pirsgirêkên ku di dema kar de li deverên rizgarkirî rastî wan tên axivî, û kaxezeke kar yaku li gor şarezayiya wan hatiye dariştin pêşkêş kir, têde behsa bizavên ji bo avakirina baweriyê ji nû de di nava kolana Sûrî de dikin.
Û Şandê bal kişand ser pêwîstiya rola Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên cîbicîkar, ji ber ku Hevbendî take-nûnerê rewa yê gelê Sûrî ye, û Şandê daxwaza kêmkirina nakokiyan û danîna pilaneke berfireh bo çaksaziyê û nûnertiyeke berfireh bo şoreşa Sûrî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî