Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi gereke meydanî li ser Zanîngeha Heleba Azad li gundewarê Helebê rabû.
Û di vê gerê de Serokê Zanîngehê Ebdilezîz Eldigeyim û Emîdê Kolîja Bijîşkî di Zanîngehê de D. Cewad Ebo Heteb, û endamên Hevbendiyê Ehmed Remedan, Ehmed Tuimê, Yasir Elferhan, Fîras Elmisrî, Ehmed Elşihadî û Atif Zirêq hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Elmislit bi Serokatiya Zanîngehê û kadroyên rêvebirinê û yên hînkirinê re li zanîngehê civiya, û bi wan re pirosesa fêrkirinê gengeşe kir, û li pêdvî û giringtirîn dijwarî û astengiyên ku rastî wan tên daku asta zanîngehê bilind bibe guhdarî kir.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya rola ku Zanîngeha Helebê di derçûna xwendekaran û amadekirina wan de di beşên curbecur ên pisporiyê de pê radibe kir, û cext kir ku hîndarî bingeha avakirina kadroyên Sûriya pêşerojê ye, û di rûbirûbûna helmeta nezankirinê yaku rijêm di cenga xwe ya dijî gelê Sûrî de bikar tîne, di riya armanckirina dibistan û zanîngehan û girtin û kuştina mamosteyan re, û got ku serkeftina di doseya hîndariyê de, serkeftina şoreşê bi xwe ye, û pêngaveke giring e di riya daxwazên gelê Sûrî yên azadî û rûmet û demoqrasiyê de.
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî di riya saziyên xwe yên cîbicîkar re, bizavê dike ku ketwarê hîndariyê û xizmetkariyê û tendurustiyê li deverên rizgarkirî çak bike, û tekez kir ku ew ji bo kar û hevkariyê di çi xizmeta ku dihêle asta hînkirinê bilind bibe de amade ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî