Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanş D. Nesir Elherîrî û amadebûna Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî û Endamên Desteya Siyasî li dar xist, û di civînê de pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û Komîteya Destûrî ya Sûrî û gengaziya lidarxistina gera şeşemîn di dema dahatî de gengeşe kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser çalakiyên ku Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî bi boneya salvegera dehemîn ya şoreşa sûriyê pê rabûye pêşkêş kir, û bal kişand ser ku ev bîranîn geşbûneke balkêş bû, ji ber ku xwepêşandan li cûrbecûr deverên bakur û başûr û rojhilat ji nû de lidar ketin, û diyar kir ku şoreş berdewam e heta daxwazên wê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin, û Elherîrî tekez kir ku tevgera şoreşgerî ya mezin a sûriyan di vê bîranînê de xwe wek ketwarekî sepand, û hemû amûrên raghandinê yên erebî û navdewletî nûçeyên wê weşandin, û dengvedaneke navdewletî baş peyda kir, û tekezî li ser pêwîstiya gihiştina çareya siyasî li welêt kir.
Û Desteya Siyasî pesnê karê ofîs û komîte û rêvebirî û saziyên cîbicîkar li ser beşdariya wan ya çalak û berçav di aheng û çalakiyên bi boneya salvegera şoreşa sûrî ya dehemîn da, û tekezî li ser berdewaamiya wê kir, û Serokê Hevbendiyê bal kişand ser ku baregeha Hevbendiyê ya ku nû kevirê bingehîn jê re hatiye danîn rûbera wê ya xaknîgarî mezin e û têra tevaya saziyên girêdayî Hevbendiya Niştimanî dike.
Û Elherîrî li ser ahenga ku Hevbendiya Niştimanî bi boneya cejna Newrozê beşdarî têde kiriye, û bû cihê xweşhaliya gelê me yê kurd yên li deverê axivî.
Û Cîgirê Serok Ebdulhekîm Beşar li ser ahenga Newrozê li Efrînê axivî, û cext kir ku ew tiştekî pir hêja bû, û cihekî mezin di kolana kurdî de girt, û got ku vedenga vê bûyerê gihişte cihên dûr, û yekîtiya gelê sûrî û cihêrengiya vî gelî diyar kir.
Û ji aliyê xwe ve Cîgira Serok Ruba Hebûş şiroveyek li ser hevdîtinên bi hevaltiya Sekretêrê Hevbendiyê Riyad Elhesen û Endamên Hevbendiyê Mihemed Silo û Ehmed Bekora li gel Komîteya Dadwerî û Geşepêdanê li Enqerê pêşkêş kir, û bal kişand ser ku axaftinên di wê hevdîtinê de giringî dan pêşveçûnên pirosesa siyasî û Komîteya Destûrî ya Sûrî.
Û Hebûş karên Ofîsa Ciwanan û Ofîsa Jinê berçav kir, û got ku çalakî berdewam in, û niha her du hefteyan çîrokên serkeftinê diyar dibin.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolînên Stratîcîk Ehmed Remedan helwesta siyasî û siyaseta Emrîkî û biryara alîkariyên navdewletî û pêwendiyên navdewletî berçav kirin, û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî şiroveyek li ser kar û çalakî û xebatên dema dahatî pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî