Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civîna xwe ya rolane îro pênşemê lidar xist, û têde dawîtirîn pêşhatên meydanî nemaze teqînên vê dawiyê deverên rizgarkirî armanc kirine gengeşe kirin, û behsa hejmarek ji mijarên rêxistinî û rêvebirî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, D. Nesir Elherîrî, bi xwendina Gotara Niştimanî yaku Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên dawîn de kiriye biryar dest pê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, tekezî li ser girîngiya avakirina komîteyekê an desteyeke taybet bi dozên mafên mirovan û binpêkirinên li Sûriyê dibin kir, tevî bûyer û pirsgirêkên li deverên rizgarkirî çêdibin, û bal kişand ku divê karê wê desteyê belgekirina binpêkirinan û şandina wan ji aliyên peywendîdar re be, daku rêşûnên guncaw jêre bistînin.
Û amadebûyan rapora Komîteya Penaberan ya Taybet bi Binpêkirinên Dermafê Penaberên Sûrî li Yonanistanî guhdarî kirin, her weha bûyerên nijadperestî yên dawîn yên li giravek ji giravên Yonanistanê çêbûne, û bûne sedema şewtandina hejmarek mezin ji çadirên penaberan û awarebûna bi sedan ji penaberên wê kampê gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî