Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, D.Ebdilhekîm Elmisrî, bi gereke şopandinê li ser dergehê Til Ebyed yê sînorî rabû, daku rewşa karê li dergeh dibe bişopîne, bi amadebûna Rêvebirê Dergehê Sînor û Serokên Beşên Dergeh serdan birêve çû.
Û wezîr û şandê pêre serdana tevaya beşên dergehê sînorî kirin, û li awayê rêveçûna kar temaşe kirin, û li rêvebirê dergeh û karmendên dergeh guhdarî kirin, û li ser astengiyên rastî karê wan tên daku çareser bikin rawestiyan.
Tê zanîn ku ev ger piştî serdana berîya du rojan tê, yaku Wezîrê Darayî û Aboriyê û şandê pêre têde serdana dergehê Serê Kaniyê yê sînorî kirin, di çarçoveya rawestana li ser karê saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û şopandina karên wan, ji bo şopandina pirgirêkên dikevin riya kar de da pêdviyên pêwîst bişopînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî