Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, derketina belgenameya gotara niştimanî piştî ku di civîna Desteya Giştî ya rola 52yemîn a ku xebatên xwe roja duşemê bidawî kirine de hatiye biryardan ragihand.
Û Elherîrî eşkere kir ku belgenameya gotara niştimanî balê dikşîne ser ku şoreşa Sûrî şoreşa tevaya Sûriyan e, bi tevaya beş û pêkhatan ve, û ev yek di riya durişmên wê yên sereke re diyar bû, duruşmên azadî û rûmet û dadweriyê, yên ku bêhtirê gelê Sûriyê pêşwazî jêre kirin.
Û bal kişand ku durişma “yek e yek e yek e, gelê Sûriyê yek e” nasnameya şoreşê û hêviyên gelê Sûriyê ya guhartina rijêma sitemkar û nijadperest û gendel diyar kir, her weha avakirina sîstemeke berdêl (sivîlî, piralî, demoqratî) yaku yeksaniyê li ser bingeha mafên welatîbûnê di navbera pêkhatên gelê Sûriyê de tekez dike, û mafê tevan di riya destûrekî serdemî re dabîn bike.
Û Elherîrî got ku belgename girîngiyê dide maf û azadiyê wek gewherê doza gelê Sûriyê, û daxwazên azadî û dadwerî û jiyana hevbeş di bin siya dewleteke demokrat de, yaku divê rûmeta welatîbûnê û wekheviyê di navbera tevaya xelkê niştiman de misoger bike, û derfetên afrandin û geşepêdan û xweşiyê ji welatiyan re dabîn bike.
Û di belgenameyê de hat ku gelê Sûrî di şoreşa xwe ya pîroz de, hêvîdarê misogerkirina rêzgirtina maf û azadiya bi siruştiya mirovan ve girêdayî ye, yaku di destûrên serdemî de hatine, û di destûrê Sûriyê yê berê de jî hatîye, bi taybet destûrê 1950, her weha di Raghandina Cîhanî û Îslamî û Erebî yên Mafên Mirovan û herdû Rêkeftinên Navdewletî yên taybet de hatine.
Û belgenameyê tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ji tevaya gelê Sûrî bi hemû pêkhatan ên li her deverê xwest ku tevgerê bikin, ji bo nehêlin rijêm di rêbaza xwe ya xwînî de berdewam be, û bihêlin ew pabendiyê bi biryarên rewaya navdewletî di riya danûstandinên siyasî re bike, daku veguhestina siyasî dabîn bibe, û li şûnê rijêmeke berdêl ava bibe, daku sitemkarî û gendeliyê ji kok de rake, û wekhevîyê di maf û erkan de di nav tevaya kartên gelê Sûriyê de dabîn bike.
Û Elherîrî got ku Hevbendî di belgenameya gotara niştimanî de, daxwazê ji Sûriyan dike, çi yên li deverên rizgarkirî bin, an li deverên di bin kontirola rijêmê de bin, an yên di bin kontirola desthilatên defakto de bin, an yên li dewletên biyanî û penaberiyê bin, ku yekrêziya niştimanî biparêzin, da welat were rizgarkirin, û em li hember astengiyên metirsîdar rawestin, û yekîtî û cografiya welêt ya siyasî û civakî biparêzin.
Û belgename daxwaza çalakkirina tevgera şoreşgerî û berxedana gelêrî bi tevaya awayên wê dike, û xebatê ji bo derketina hêzên biyanî û milîsên mezhebî yên sînoran derbas dikin bikin, û li hember destberdana ji serweriya welêt û berjewendiyên wî û lîstikên bi çand û ziman û eqîdeya wî dibin rawestin.
Û belgenameyê cext kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, yaku danpêdana dewletan pê heye, û wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê ye, ew ne tenê rewşeke rikberî ye, an taybet e bi hêzên rikberiyê, û tekez kir ku ew xemxwirê tevaya beş û pêkhatên gelê Sûriyê ye.
Û Elherîrî got ku Hevbendiya Niştimanî bawer e ku berpisa tevaya Sûriyan e, bêyî ku li helwest û cihên wan binhêre, û tekez kir ku armanca wê guhartina tam û ji kok de di rijêma heyî de çêbike, û li şûnê sîstemeke demoqrat a berdêl pêk bîne, rijêmeke tuxûbên xelkê şoreşê û hêzên rikberiyê derbas bike, û tevaya gelê Sûriyê hembêz bike, ji ber ku gotara Hevbendiyê ji her kesî re ye, di hundir Sûriyê û li derve, û dê berpisyariyê hilgêre, dûrî hişmendiya tolhildan û tunekirina ti aliyekî.
Û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî daxwaza çaksaziya niştimanî û dadwerîya veguhêz û xurtkirina yekîtiya niştimanî û aştiya civakî û parastina xaka welêt ya cugrafî û siyasî û civakî dike, her weha bihêzkirina jiyana tevayî di navbera hemû gelê Sûrî de, xwediyên çi ramanên olî û siyasî bin bila bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî