Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civata xwe ya rolane, îro pênşemê, lidar xist, û pêşhatên rewşên meydanî û siyasî gengeşe kirin, û girîngî da pêşketinên Komîteya Destûrî ya Sûrî.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, û Serokê Danûstandinên Sûrî, Enes Elebde, û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra amade bûn.
Û Elherîrî civîn bi şiroveyekê dest pê kir, têde li ser encamên civatên ku Hevbendiya Niştimanî li gel nûnerên herdem û Endamên Encûmena Ewlekariyê û Serokên Şandên Diplomasî li bal Netewên Yekbûyî li New Yourkê axivî, ew jî li rex gera 75emîn ya civatên giştî yên Netewên Yekbûyî hat.
Û amadebûyan pêşhatên Komîteya Destûrî ya Sûrî gengeşe kirin, û Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî, Enes Elebde, tekez kir ku astengiyên em rastî wan tên ne tenê di Komîteya Destûrî de ye, û got ku em li ser pirosesa siyasî bi awayekî giştî diaxivin.
Û bal kişand ser ku ger vîneke siyasî li bal civaka navdewletî hebûya, pirosesa destûrî dê ji sala 2017an de bicih bihata, û careke din tekez kir ku armanc ji pirosesa siyasî cîbicîkirina tam ji biryara 2254 û daxwiyaniya Cinêvê re ye, û got ku tevlêbûna Desteyê di Komîteya Destûrî de nayê wê wateyê ku tevaya karê siyasî di riya wê bi tenê re ye, lê ew bi xwe rêyek ji rêyên çareya siyasî ye.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Elbehra, li ser dawîtirîn gengeşeyên niha derbarê lihevkirina li ser xiştekara gera dahatî axivî, û diyar kir ku ta vê katê ti lihevkirin tune ne, bi sedema jikarêxistina wê ji aliyê rijêmê ve û retkirina pêşniyarên derbarê xiştekarê yên hatine pêşkêşkirin.
Û Giropa Kar ê Destûrî rapora xebatên xwe pêşkêş kir, û eşkere kir ku qonaxa yekê ji karê xwe bidawî kir, yên têde kurtenivîsên gengeşeyên destûrî li ser dozên sereke wek: navê dewletê, cureya sîstema desthilatê, zimanê fermî, al û sirûda niştimanî, mercîn berbijêrkirinê ji bo serokatiya dewletê, her weha jêdera yasayê û tiştên girêdayî rewşa kesayetî di zagona dewletê de.
Û herdû Komîteyan, ya Cezîre û Ferat û ya Sazî û Ofîsên Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî, raporên xwe pêşkêş kirin, û têde encamên karên xwe di dema dawiyê de zelal kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî