Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane li gel Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di rîya odeyeke telfizyonî girtî re, lidar xist, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kir, û herdû aliyan behsa şopandina dose û pirsên hevbeş derbarê xalên li ser lihevkirine û yên li ser lihev nekirine kirirn.
Ev jî di nav civînên rolane û berdewam di navbera Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Encûmena Niştmanî ya Kurdî de tê, ji bo xurtkirina pêwendî û hevkarî û hevrêziyê li gel tevaya pêkhat û deste û kesayetên di Hundir Desteya Giştî ya Hevbendiyê de.
Û amadebûyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û hevrêziyê û karê tev ji bo parastina yekîtiya opizosyona Sûriyê kirin, her weha pêgiriya bi çareya siyasî wek çareya yekta li Sûriyê, li ser bingeha biryarên navdewletî rewa û di serî de biryara 2254.
Û Cîgirê Serok, Uqab Yehya, karên Hevbendiya Niştimanî bi dirêjiya heyva borî ger li ser asta siyasî di riya Komîteya Destûrî ya Sûrî re be, an di riya çalakî û xebatên ku Ofîs û Rêvebirî û Komîte pê radibin re be berçav kir.
Û Yehya li ser hevdîtinên bi xelkê parêzgehên rojhilatê Sûriyê, Dêra Zorê, Reqa û Hisiçê û hewildanên avakirina desteyên nûnertiya daxwazên xelkê deverê bike û bihêle ku ew karibin rêvebiriya deverên xwe di hundir Sûriya yekîtî de bikin axivî, her weha karê Komîteya Diyaloga Niştimanî û hevdîtinên girîng li gel corbecor pêkhatan re.
Û Yehya dawîtirîn gengeşeyên derbarê nerîna siyasî ya niştimanî û encamên karê Giropê Kar ê Destûrî yaku Hevbendiya Niştimanî avakirî ji bo danîna nerînê bo destûrê Sûriyê yê pêşeojê berçav kir.
Û li ser karê Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî daku destdirêjiyan hindik bikin û berdewamiya Feyleqên Artêşa Niştimanî ya Sûrî di veguhastin û derxistina baregehên xwe derveyî bajaran axivî, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî girîngiyê dide vegerîna nişteciyan bo dever û malên xwe, û bal kişand ku rolekî wî di vegerandina beşekî ji wan bo Efrîn û Serê Kaniyê hebû.
Ji aliyên xwe ve Endamên Desteya Serokatiyê di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de encamên serdana Rûsiya yaku ENKS têde beşdarbibû di riya Eniya Aştî û Azadiyê re berçav kirin, û hejmarek ji pirs û ramanên ku axaftin li ser dibin û bersivên wan pêşkêş kirin, her weha encamên diyaloga Kurdî-Kurdî ya encûmen tê de beşdar dibe.
Û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji Hevbendiya Niştimanî xwest ku pêwîst e nûnerê ENKS di Desteya Danûstandinên Sûrî de hebe, û li ser rêkeftina hatiya îmzekirin di navbera Hevbendiya Niştimanî û ENKSê de pêwîstiya ku pabendî pê bibe axivîn.
Û Hevbendiya Niştimanî ji ENKS xwest ku daxwaza serbestberdana tevaya girtiyên di zîndanên PYD de bike, ne tenê girtiyên kurd di zîndanên PYDe de, û wan soz dan ku ew xwasteka dê di xiştekara daxwazan da be, û dibînin ku ew ji dozên girîng e.
Û Hevbendiya Niştiman ENKSê han da ser vekirina deriyê diyalogê li gel pêkhata Erebî re li devera rojhilatê Ferat.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî