Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê civîna xwe ya roleyî evro pêncşemê lidar xist, û têde rewşên meydanî û komkujiya ko milîtanên Îranî derheqê sivîlan de li kampa Qah li gundewarê Idlib pêk anîne gotûbêj kirin.
Endamên desteya siyasî pirotestokirina xwe ya tund bo tawana mezin anîn ziman, ew tawana ko kampa derbideran bi mûşekên goşeyî amanc kir, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kirin ko li ser vê bûyerê vekolînekê bike, û yên ev tawan kirine destnîşan bike, û li dadgeha tawanên navdewletî bêne dadgehkirin.
Endamên desteya siyasî pêşveçûnên dîmena Îran, Îraq û Libnanê gengeşe kirin, û bal kêşandin ser ko miletên herêmê binpêkirinên milîsên pasvanên Îranî û milîsên mezhebperest yên ko fermana xwe ji rêjîma Îranê distînin, kirdeyên wan nema têne tehmulkirin.
Endamên Hevbendiya Niştimanî yên desteya danûstandina Sûrî şiroveyeke berfireh li ser civînên desteyê a dawî ko di du rojên bûrî de çêbû pêşkêş kirin, û gengeşeya li ser karê komîta destûrî û amadekirinên dawî yên rola dahatî ko roja duşemba dahatî li bargehê Netewên Yekgirtî li Cinêvê dê çêbibe.
Hevrêzkarên ofêsên navxweyî raportên karên xwe pêşdîtin kirin û karê ofês pê radibin yên şopandina rewşa Sûriyan li herêmên rizgarkirî , her weha rewşên yasayî yên Sûriyan li welayetên Tirkî yên corbicor gengeşe kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî