Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi serokatiya serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî lidar xist, û bi hev re pêşhatên rewşên meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û amadebûyan giringî dan rewşa ewlehiyê li deverên rizgarkirî û pêwîstiya parastina wan deveran ji êrîşên teroristî yên dubare, û behsa rêşûnên ku li vê dawiyê Hikûmeta Sûrî ya Demkî bo rawestandina wan êrîşan standine kirin.
Û Desteya Siyasî li raporeke hûrbîn ji aliyê Wezîrê Berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Lîwa Selîm Idrîs ve hatiye pêşkêş kirin li ser rewşa meydanî û leşkerî guhdarî kir, û têde karê Artêşa Niştimanî di rûbirûbûna dijminkariyên ku rijêma Esed û piştgirên wê û Milîsên PYD û endamên rêxistina PKK ya terrorist pê radibin berçav kirin.
Û Cîgirê Serok D. Ebduêhekîm Beşar li ser pêşketinên diyaloga kurdî kurdî axivî, û bal kişand ser şewtandina ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi destê Milîsên PYD , û behsa girtina mamosteyên deverê ji encama retkirina xwendekaran ji rêbazên hînkirinê yên îdyolocîk re ên milîsên PYD li ser deverê sepandine kir.
Û Endamê Desteya Siyasî Yasir Elferhan, kurteşiroveyek li ser nameyên ku Hevbendiya Niştimanî ji Emrîka re şandine derbarê rojnemevanên girtî û binçavkirî li bal Milîsên PYD û helmetên girtinê yên berdewam li deverê ên ku ew Milîs pê radibin pêşkêş kir.
Û ji aliyê xwe ve Cîgira Serok Ruba Hebûş, şiroveyek li ser pêşketinên bexşanên xwendinê yên Tirkiyê bi hevpariya li gel YTP pêşkêş kir, û tekez kir ku bexşanên xwendinê dê bi awayekî mezin beşdariyê di dabînkirina derfetan li pêşiya kesên serkeftî û zarokên pakrewanan bike, da xwendina xwe li zanîngehên Tirkiyê temam bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî