Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro Duşemê, civîna xwe bi rawestana kêliyeke bêdeng û xwendina Fetîheyê wek rêzgirtin ji giyanê şehîdên komkujiya kîmawî ya ku rijêma Esed di rojeke wek vê rojê de di sala 2013an de pêk aniye, dest pê kir, û di salvegera dehemîn a komkujiyê de Hevbendiyê tekezî li ser pêwîstiya dadpirsîna rijêma Esed li ser bikaranîna çekên kîmawî li dijî gelê Sûriyê kir.
Û Desteyê cext kir ku nayê pejrandin ku piştî van tawanên ku rijêma Esed pêk anîne û pêk tîne tevan, civaka navdewletî li hember derdeseriyên gelê Sûriyê û komkujiyên ku rijêma Esed li gel hevalbendên xwe Rusya û Îranê pêk anîne, bêdeng bimîne.
Û Desteya Siyasî piştgiriya xwe ya tam ji serhildana gelêrî re, ya ku li Şama paytext û parêzgehên Suweyda û Deraa û deverên Helebê û beravên Sûriyê dest pê kiriye, anî ziman, û gelê Sûriyê han da ser pêwîstiya rawestana li gel birayên xwe yên di rûyê rijêma Esed de derketine.
Û Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl, raporek li ser komxebata xwe ya li Gazîentabê li dar xistibû û 15 saziyên Sûrî yên di sektora tenduristiyê de li Bakurê Sûriyê yê rizgarkirî dixebitin lê amade bibûn, pêşkêş kir.
Û Ofîsa Karûbarên Penaberan jî rapora xwe ya derbarê rewşa penaberên Sûrî li Yonanistanê û pêşniyarên Ofîsê ji Netewên Yekbûyî re derbarê kesên ku li giravekê li nava çemê Evrosê asê mane, pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî