Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra li dar xist, û li ser pêşhatên siyasî û meydanî nemaze rûniştina Encûmena Ewlekariyê ya dawîn û şiroveya Şanderê Navdewletî Geir Pedersen derbarê Sûriyê rawestiya.
Û Desteya Siyasî rewşa heca Sûrî ya îsal gotûbêj kir, û spasiya Erebistana Siûdî li ser hêsankariyên ku pêşkêşî heciyên Sûriyê kirine kir.
Û Doktor Bedir Camûs tekez kir ku li gorî kêşeyên heyî yên cîhanî Qiralgehê serkeftineke mezin di birêvebirina dosyaya Hecê de bi dest xist, û cext kir ku Qiralgehê hemû hewlên xwe kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên di rêşûnên heciyên Sûrî de.
Û amadebûyan dosya temamkirina pilana çaksazkirinê û piroseya berfirehkirinê gotûbêj kirin, û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê diyar kir ku daxwazên ji bo tevlîbûna Hevbendiya Niştimanî bi awayekî berdewam û li pey hev tên, û bal kişand ser ku daxwazên tevlêbûnê hîn di bin lêkolînê de ne.
Û Rehmê tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dê bijartinê li gor pîvana ku aliyê tevlê bibe zêdekirineke rasteqîn pêk bîne, û xwînê nû bike, û ji kesayetiyên ku nûnertiya beşên kolana Sûrî dikin bin.
Û derbarê şiroveya Şanderê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen li pêşberî Encûmena Ewlekariyê, Desteya Siyasî tekez kir ku ew şirove ne serkeftî bû, û behsa astengkirina berdewam ji aliyê rêjîma Esed ve ji pirosesa siyasî û karên Komîteya Destûrî re nekiriye, lêbelê berovajî vê yekî, şiroveyê riklam ji rijêmê û normalkirina têkliyên pêre kir.
Û Desteya Siyasî tekez kir ku berdewamkirina Şanderê Netewên Yekbûyî ji axaftina li ser pirojeya Gav bi Gavê re, û paşguhkirina redkirina Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê ya Sûriyê ji vê projê re nayê pejrandin, û divê Nûnerê Netewên Yekbûyî pabendiyê bi xalên biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê bike, û di serî de daxiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 e û jê dûr nekeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî