Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî di civîna xwe de ya ko du rojan berdewam kir, xwest ko helwesta Hevbendiyê bi Hêzên Şoreşê re û Rêkxistinên civaka sivîl li ser plana Dî Mistora ya ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê bike yek gotûbêj kir.
Her wiha Desteya Siyasî têwirdana Rûsya ya aşkere di Sûriyê de ko aliyê Rêjîmê digire, hem jî mijara Bingeheke Êrîşên Asmanî li Laziqiyê ava bike û biryar da ko danûstandinên siyasî bike.
Desteya siyasî tekez kir ko têwirdana Rûsya ya rûbirû û beşdarbûna wê di şer de li kêleka Rêjîma Esed dihêle ko Rûsya di şerê qirkirina xelkên Sûrî de ji çar salan ve wekû aliyekî bête diyar kirin.
Desteya Siyasî doz li Rûsya kir ko nema piştgiriya Rêjîmê bi çek û cebilxaneyan bike û hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekêşîne.
Her wiha komîta Penaberên Sûrî mijara buhurandina Penaberan li dewletên ko derbas dibinê û hem seredana şandeya Hevbendiyê ya Îtalya û Holenda diyar kirin da awayên derbasbûna Penaberan bi cûreyekî aram û mafê rûniştina demkî ji wan re hatin pêşkêş kirin da gengeşe bikin.
Jêder: Hevbendî