Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro Pêncşemê, civîna xwe ya rolane li dar xist, têde encamên hevdîtin û civînên dawîn li deverên rizgarkirî li gel sazî û kesên Sûrî yên çalak berçav kirin, her wiha behsa hevdîtinên bi şanderên dîplomatîk yên çend dewletan re kirin, û li raporên Nûnerên Hevbendiyê yên li Elmanya, Fransa, Îtalya, Urdun, Misir û Romanya, piştre li yên Nûnerên Hevbendiyê li Gazîentab û Antakyayê guhdarî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra rûniştin bi pêşkêşkirina ravekirineke berfireh li ser encamên civînên li Ezaz, Bab û Efrînê û serdanên meydanî bo bajarên pîşesazî û pirojeyên biçûk û odeyên bazirganiyê dest pê kir.
Û Tekez kir ku viyaneke mezin li bal welatiyan heye ku bakurê Sûriyê pêşde bibin, di rêya bihêzkirina rola Hikûmeta Sûrî ya Demkî weke desthelateke cîbicîkar û navendî re, û amadekirina jîngeha ewlekarî û yasayî û dadweriya serbixwe û destpak, ya ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê pêwîst e.
Û encamên hevdîtina li gel Balyozê Holenda Keij Kerlach berçav kirin, û pêşhatên proseya siyasî û reftarên rijêmê yên berdewam ji bo astengkirina çareseriya siyasî, û siyasetên birêvebirina qeyranan ji aliyê civaka navdewletî ve, li şûna ku bi rola xwe ya çalak di dîtina çareyên domdar de li Sûriyê rabe, gotûbêj kirin.
Û Cîgirê Serok Ebdilmejîd Berekat behsa çalakî, hevdîtin û civînên ku pê rabûye kir, û li ser çalakiyên Desteya Werziş û Ciwanan û berdewamiya karê wê bi hemû werzişvanan re û aktîvkirina rola ciwanan û bihêzkirina karînên wan axivî.
Û Cîgira Serok Dîma Mûsa behsa civîna li gel berpirsê dosya Sûrî di balyozxaneya Almanî de li Beyrûtê û gengeşekirina piroseya siyasî û helwesta Almanya ya neguhêr ji dosya Sûrî kir, her wiha li ser civîna li gel Wezareta Derve ya Belçîkayê li Brukselê ji bo gotûbêjkirina pirsa Sûriyê û dosyaya dadpirsîn û sizakirinê axivî.
Û Desteya Siyasî li raporên nûnerên nûnergehên Hevbendiya Niştimanî li (Fransa – Îtalya – Qeter – Almaniya – Urdun – Misir – Romanya) guhdarî kir, ku têde li ser kar û peywendiyên xwe û helwestên dewletên ku lê dixebitin ji doza Sûrî axivîn, û pirsgirêk û astengiyên ku rastî nûnergehan tên diyar kirin.
Û Desteya Siyasî li raporên ofîsên Hevbendiya Niştimanî li Hatay û Gaziantep û Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Sûriyê ya li Ezazê guhdarî kir, û têde xizmetguzariyên ku pêşkêş dikin û karê wan di şopandina doz û pêdiviyên Sûriyan de şirove kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî