Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Civînekê li Gel Hejmarek ji Rêxistin û Komeleyên Civaka Sivîl ya Sûrî li Mêrsînê li Dar Dixe

November 30, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Hevbendiya Niştimanî Civînekê li Gel Hejmarek ji Rêxistin û Komeleyên Civaka Sivîl ya Sûrî li Mêrsînê li Dar Dixe

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Şanda pêre, civînek li gel hejmarek ji rêxistin û komeleyên Sûrî yên kartêker li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê duh roja sêşemê li dar xist, û têde li ser mîkanîzmên hevkariyê di navbera wan xwe bi xwe de û di navbera wan û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Hikûmeta Demkî û saziyên ser bi wê ve de axivî.

Û Şanda Hevbendiya Niştimanî ji endamên Desteya Siyasî: Cihad Mirî, Selîm Elxetîb û Ebdilnasir Hiso û endamên Desteya Giştî: Fadî Îbrahîm Rêvebirê Ofîsa Hevbendiyê li bajarê Mêrsînê û Ebdilmunim Cinêd pêk dihat.

Û di civînê de Komeleya Filoka Elhuriye, Komeleya Elbereke, Kombenda Xwendekarên Zanistiya Şer’î, Komeleya Senabil Elrehme, Komeleya Meharat, Komeleya Sûriya Pêşerojê û Komcivata Elfecir ya Xêrxwazî beşdar bûn.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî behsa rewşa dijwar ya ku gelê Sûriyê li Sûriyê û li derve tê de dijî û kêmbûna piştgiriya mirovî ya navdewletî di dema rûdana qeyranên mirovî yên dîtir de ku rêjeya bicîanîna dewletan ji sozên xwe re di vê derbarê de niha kêm bûye kir, ev yek jî jiyana penaber û derbideran dixe bin metirsiyê û barên giran davêje ser milê rêxistin û Komeleyên Sûrî .

Û Elbehra tekezî li ser giringiya berfirehkirina pişikdarî û hevkarî û hevrêziyê di navbera rêxistinên civaka sivîl û komeleyan bi giştî de û Hevbendî û Hikûmeta Demkî û saziyên ser bi wê ve kir, ji ber ku dê derdeseriyên sûriyan sivik bike û geşepêdana domdar li deverên rizgarkirî xurt bike.

Û Elbehra li ser giringiya piştgiriya destpêşxeriyan û pirojeyên biçûk li deverên rizgarkirî bo bihêzkirina sûriyan di dabînkirina pêdviyên sereke de li şûna ku xwe bispêrin alîkariyan axivî, her wiha pirogramên perwerdeyê û pîşeyî yên ku Komeleya Filoka Elhuriyê bo keç û jinan pê radibe bilind nirxand, û serdana kargeha pîşeya tabloyên Fuseyfusayê kir li berhemên wê yên hunerî temaşe kir.

Û Elbehra tekez kir ku rewşa deverên rizgarkirî di pêşdeçûneke berdewam de ye, tevî astengiyên heyî yên ku ji tevaya tê xwestin ku beşdariyê di rûbirûbûna wan de bikin û hevbeşiyê di pêşketina wan deveran de li gorî plana karê hevrêzkirî bikin, her kes li gorî şiyan û karîna xwe  di warê ku têde dixebite beşdar bibe.

Û Nûnerên Komeleyên Sûrî li Îyaleta Mêrsînê li ser hebûna 13 Komeleyên Sûrî yên ku curbecur xizmetguzariyên civakî û mirovî û hawarçûnê bo Sûriyê li Mêrsînê û ji bakurê Sûriyê pêşkêş dikin axivî, ji wan Komeleya Filoka Elhuriye ya ku di sala 2012yan de hatiye damezrandin û çalakiyên wê li bakurê Sûriyê berçav in û li ser gihandina alîkariyên hawarçûnê bo xelkê me yên li wê derê wek derman û keresteyên xwarinê kar dike, li gel çalakiyên wê yên piştgiriya hînkirinê û zêdetir ji 600 derfetên kar ji sûriyan re li Tirkiyê dabîn dike.

Û li ser astengiyên ku rastî karê rêxistin û Komeleyên Sûrî tên, nemaze di çalakiyên wan li bakurê Sûriyê de, tekez kirin ku pêdvî bi dabînkirina hêsankariyan bo hinardekirina keresteyên çandiniyê û tiştên li Sûriyê hatine çêkirin bo Tirkiyê heye, her wiha hêsankirina tevgera bazirganî li pêşiya veberhêneran ji bo piştgiriya ewlehiya xwarinê û dabînkirina derfetên kar ji bo welatî karibe pêdawîstiyên jiyaneke rûmetdar dabîn bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: MêrsînPenaberên Sûrî
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Rporeke Mafnasî: Kuştina 72 Sivîlan û Pêkanîna Komkujiyekê li Gundewarê Idlibê li Ser Destê Rijêma Esed di Heyama Heyva Bûrî de

Rporeke Mafnasî: Kuştina 72 Sivîlan û Pêkanîna Komkujiyekê li Gundewarê Idlibê li Ser Destê Rijêma Esed di Heyama Heyva Bûrî de

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.