Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, diyar kir ku di heyama heyva çirîya paşîn ya bûrî de, 72 sivîl li Sûriyê hatin kuştin, 14 zarok û 7 jin di nav wan de hebûn. Û bal kişandin ser ku hêzên rijêma Esed komkujiyek li gundê Qûqfîn li gundewarê Idlibê pêk anîn, deh sivîl ji malbatekê tê de hatin kuştin, 7 zarok û jinek di nav wan de hebûn.
Û rapora Tora Mafnasî eşkere kir ku rijêma Esed di heyama heyva bûrî de 32 sivîl kuştin, 10 ji wan zarok û çar jin bûn, di dema ku milîsên PYDe yên terorîst 12 sivîl kuştine, 2 ji wan zarok bûn, û li gorî raporê 28 sivîlên ku 2 ji wan zarok û 3 jin bûm li ser destê aliyin din hatin kuştin. Û raporê kuştina hêzên rijêmê ji kadroyekî pizîşkî û kadroyekî rojnamevan re re tomar kiriye.
Û parêzgeha Dêra Zorê di pêşiya parêzgehên din de hat bi rêjiya 25% ji tevaya qurbaniyên ku di heyva çirîya paşîn ya bûrî de hatine belgekirin, di pey ra parêzgeha Idlibê bi rêjeya nêzî 22% ji bêhtirîn qurbaniyên ku li ser destê rijêmê hatine kuştin hat, paşê parêzgeha Deraa bi rêjeya nêzî 19% ji tevaya qurbaniyan hat.
Û raporê bal kişand ser berdewamiya ketina qurbaniyên sivîl bi sedema bombeyan li curbecur parêzgeh û deverên Sûriyê. Û wê kuştina 3 sivîlan zarokek û jinek di nav de hebûn belge kir, û hejmara qurbaniyên bi sedema bombeyan ji destpêka sala 2023an de gihişte 104 kesan di nav de 26 zarok û 9 jin hebûn.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku armanckirina sivîlan bi awayekî dubare ji hêla hêzên Esed ve, tawaneke tirsnak e, helwesteke navdewletî ya vebir jê re divê, da ku rêyên dadpirsîna vê rijêmê ji aliyê dewletan ve li ser tawanên cengê yên berdewam ku li dijî gelê Sûriyê pêk tîne xurt bike.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku rijêma Esed li ser heman rêbaza tawankarî ya ku bi awayekî eşkere ji sala 2011an ve diyar kiriye dimeşe, û giringiyê nade yasa û rêzikên navdewletî yên ku jiyana sivîlan garantî dikin û armanckirina wan bi awayekî rasterast qedexe dikin, lêbelê ew hîn sistbûna navdewletî û nestandina ti rêşûnên rêgir û nebûna vîna navdewletî bo kartêkerkirina mîkanîzmên yasayî yên sizadan û dadpirsînê ji xwe re wek derfat bikar tîne, da tawanên xwe yên tirsnak dermafê bêgunehên Sûrî berdewam bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî