Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekezî li ser pêwîstiya tevgereke navdewletî dike, ji bo dadpirsîna rijêma Esed û rizgarnebûna wê ji sizadanê ji ber bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlên Sûrî di salên bûrî de û pêkanîma tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê. Ev yek bi boneya roja navdewletî ya bîranîna hemû qurbaniyên cenga Kîmawî ya ku di 30 çirîya pêşîn de ye hat.
Û Rehmê got ku lêkolînên navdewletî yên bêalî û lêkolînên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, berpirsyariya rijêma Esed di ber bikaranîna çekên kîmawî de li dijî sivîlan û dubarekirina wan gelek caran çesipandin, tevî ku rijêmê di sala 2013an de peymana qedexekirina çekên kîmawî pesend kiriye jî, ji ber ku Tora Sûrî ya Mafên Mirovan 184 êrîşên rijêma Esed bi çekên kîmawî piştî ku peyman pesend kiriye belge kirine. Û got ku bersiva van kiryaran tevan tenê sistbûna navdewletî bû, wê yekê jî derfet da tawankar ku heman tawan û komkujiyan dubare bike, û tirajîdiya berdewam ya gelê Sûriyê biafirîne.
Û Rahmê cextî li ser pêwîstiya rakirina astengiyan ji pêşiya aktîvkirina rola Dadgeha Tawanan a Navdewletî û bidawîkirina rewşa pûçbûnê di Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî de, di rêya nehiştina dewletên ku têkliya wan yekser bi nakokiyan re hene ku dengên xwe derbarê biryarên taybet bi wê nakokiyê bidin re kir.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê ji dewletên demokrat xwest ku pişgiriyê bidin û mîkanîzm û rêkarên ji bo rê li pêşiya rijêma tawankar bigrin, di rêya vekirina dozan li dijî wê li dadgehên navdewletî û berpirsiyarkirina wê di ber binpêkirina rêkeftina qedexekirina çekên Kîmawî û pêkanîna tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê.
Û Rehmê bang li civaka navdewletî kir da pabendiyê bi erkên xwe yên yasayî û sincî bikin, biryarên Encûmena Ewlekariyê yên girêdayî dosya Sûriyê cîbicî bibin, nemaze biryara 2118 (2013), ji ber ku madeya 21 ji wê biryarê tedbîrên li gorî beşê heftan ji peymana Netewên Yekbûyî disepîne, eger ku çekên kîmyayî bê destûrdan bên veguhestin, an jî piştî derketina biryarê werin bikaranîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî