Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdulletîf, piştgirî û piştevaniya xwe ji pêngava hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan yên Sûrî re bo avakirina dadgeheke awarte ji bo berpirsiyarkirina kesên ku çekên kîmawî li Sûriyê û derveyî Sûriyê bikar tînin, anî ziman
Û di daxwiyaniyin taybet de îro Înê, Ebdulletîf tekezî li ser giringiya van destpêşxeriyên ku dê bihêlin binpêkerên tawanan dermafê gelê Sûriyê ji sala 2011an de bên sizadan û dadmendî bo qurbaniyên çekên kîmawî pêk were û di nav wan tawanan de tawanên ku bi çekên kîmawî pêk hatine kir.
Û Ebdulletîf got ku berdewamiya rizgarbûna ji cezeyan li ser tawanên ku rijêma Esed û hevalbendên wê bi çekên kîmawî pêk anîne, hewlên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî û mîkanîzma navdewletî ya bêalî û serbixwe derbarê bikaranîna çekên kîmawî asteng dike.
Û ev bangewaziya ku ji aliyê zêdetir ji 15 rêxistinên civaka sivîl ên Sûrî ve hatiye derketin, piştî nêzîkî du salan ji şêwirên pisporî yên navdewletî û gotûbêjên piralî û dualî bi dewletan re li ser bingeha vekolîneke kûr di warê yasayî, siyasî û teknîkî de tê.
Û rêxistinên Sûrî daxwaza damezrandina dadgeheke awarte bo çekên kîmawî di 30ê heyva bûrî de di roja bîranîna qurbaniyên êrîşên kîmawî li seranserê cîhanê de kiribûn, û gava di pey re dê dewlet li ser dariştina peymanê lihev bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî