Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit li dar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û encamên şêwirdariyên berfirehkirinê yên ku Hevbendiya Niştimanî di hundirê pilana çaksaziyê de pê radibe kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyak li ser gera ku li deverên rizgarkirî pê rabûye û têde serdana hejmarek ji saziyan li Îyaleta Gazî Entab a Tirkiyê kiriye, û çarçoveya temamkirina pirosesa çaksaziyê yaku Desteya Giştî biryar pê daye, daku bighêjin nûnertiyeke rasteqîn bo hêzên xwedî bandor li deverên rizgarkirî pêşkêş kir.
Û diyar kir ku pirosesa çaksaziyê li gorî ku hêviyên gelê Sûrî yê şoreşger pêk tîne berdewam e, û tekezî li ser giringiya ku xwînin nû ji ciwanan tevlî govdeyê Hevbendiyê û tevaya saziyên şoreşa Sûrî bibin kir.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Hebûş li ser rûniştina diyalogî yaku li Gazî Entabê li gel xanimên Sûrî derbarê nasnameya niştimanî ya Sûrî û rola jinê di dariştina vê nasnamê de li dar xistiye axivî.
Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî Heysem Rehmê, şiroveyek li ser karên Emîndariya Giştî û hevdîtinên li gel Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bo behsa rewşa sûriyên ku li Tirkiyê dimînin û pêwîstiya parastina wan û bêalîkirina wan di rewşa siyasî ya navxweyî de li Tirkiyê pêşkêş kir.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat raporek li ser giringiya damezrandina Desteya Werziş û Ciwanan û beşdariya xwe di workşopa Yekîneya Piştgiriya Aramiyê de bo gengeşekirina pirosesa çaksaziyê yaku di Hevbendiya Niştimanî de didome pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî