Şandekî ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, duh şemiyê, serdana bajarê Elraî li gundewarê bakurê Helebê di gera xwe ya dawîn de bo deverên rizgarkirî kir.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî di vê serdanê de ji serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs û Endamê Desteya Giştî Ehmed Osman pêk dihat.
Û Şandê Hevbendiyê di serdanê de ketwarê dergehê Elraî û raporên xabatên dergeh temaşe kir, û pesnê pîşekarî û rêxistîbûn û hevrêziya têde da, û behsa astengî û rêgiriyên tên pêşiya kesên têde kar dikin û çareyên pêşniyarkirî kir.
Û Şandê Hevbendiyê serdana devera pîşesaziyê ya ku nû li bajarê Elraî ava bûye kir, ew devera ku dê bibe navenda hinartina keresteyan bo dewletên derdorê di riya hebûna hejmarek ji avahiyên pîşeyî û pîşesazî re, û ji revend û karsazan daxwaza veberhênanê li vê devera ku jêrxwaniya wê temame kir.
Û Şandê Hevbendiyê pesnê vê pirojeyê da, ji ber ku cihê şanaziyê ye, û dê hejmarek mezin ji derfetên kar bo xelk û ciwanên me dabîn bike, û careka din karxwazên li deverên rizgarkirî kartêker bike, ji ber jêrxaniya wê amûrên wê yên baş û rûbera wê ya mezin ya ku dighê 320 hezar metrî.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî serdanên xwe li deverên rizgarkirî himbiz kirine, ji bo cîbicîkirina pilana çaksaziyê yaku li vê dawiyê ragihandiye û armanc jê xurtkirina nûnertiya rasteqîn û tam a gelê Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî