Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, îro pêncşemê civîna xwe ya asayî lidar xist, tê de serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, cîgirên wî û Emîndarê Giştî şiroveyên xwe pêşkêş kirin li ser karên ku di hefteya borî de hatine kirin, ku yek ji wan civîna ligel serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bû wek yek ji pêkhateyên hevbendiyê, her weha di civînê de pêşhatên hin dosyayên yasayî û xebata Girûpên Kar û komîteyan hatin şopandin.
Beşdaran amadekariyên vê dawiyê yên komxebata ku dê ji aliyê Girûpa Kar a Rêxistinên Civaka Sivîl ve ji bo pêşxistina bakur were lidarxistin gengeşe kirin, herwiha behsa şopandina rewşa Sûriyên li Libnanê û kampanyayên dersînorkirina neyasayî ya li dijî wan pêk tê û peywendiya bi nûnerê Netewên Yekgirtî û hin welatên kartêker re ji bo danîna sînorekî ji vê kiryara kotekî li dijî penaberên sûrî re kirin.
Serokê Desteya Danûstandinan Bedir Cemûs şiroveyek pêşkêş kir, tê de behsa xebatên Desteyê yên vê dawiyê kir ku yek ji wan serdana Fransayê û lidarxistina gelek hevdîtinan li gel Wezareta Derve û Parlamentoya Fransayê û gotûbêjên derbarê asoyên çareseriya siyasî û giringiya sepandina fişarê ji bo aktîvkirina prosesa siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 bû.
Cemûs behsa wê yekê kir ku Desteyê çend civîn ligel çalakvanên revenda Sûrî li Fransa li dar xistin, hin ji wan bi hejmarek ji hunermendên Sûrî yên ku ligel şoreşê rawestiyane bûn, her weha li gel hejmarek ji rêxerên kampaniya Hefteya Girtiyan, û di wan civînan de tekezî li ser giringiya berdewamiya peywendiyan hat kirin.
Cemûs bal kişand ser hevdîtinên desteyê li gel sûriyên li bajarê Riha yê tirkyê û bajarên Ezaz, Bab û Efrînê yên li Bakurê Sûriyê yê rizgarkirî , û behsa civînên desteyê bi saziyên çalak ên ciwanan û xwedanên pêdiviyên taybet û birîndarên şer re kir.
Di civîna Desteya Siyasî de li raporên xebatên Nûnerên Hevbendiya Niştimanî yên li Misir, Urdun, Îtalya, Fransa, Elmanya û Romanyayê û raporên ofîsên Hevbendiyê yên li Gazîentab, Hatay û Mêrsînê hat guhdarîkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî