Serokatiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, roja sêşemê bi rêya toreke televizyonî ya girtî, civîna xwe ya asayî ya hevahengiyê lidar xistin, tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî li Sûriyê her weha rewşên herêmî yên bandorê li dosya Sûriyê dikin gotûbêj kirin.
Di civînê de serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, her du cîgirên serok Ebdulmecîd Berekat û Dîma Mûsa û sekreterê giştî Heysem Rehma amade bûn, û ji aliyê Encumena Kurdî ve, Serokê Encumena Niştîmanî Nemat Daûd, Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê Mihemed Ismaîl, Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Feysel Yûsif û Sekretera Encûmena Niştimanî ya Kurdî Fesla Yûsif û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Abdulbarî Xelef beşdar bûn.
Di civînê de amadebûyan behsa mekanîzmaya vegera derbider û koçberan bo malên xwe yên li deverên xwe yên resen û xweşkirina rê ji bo peydakirina mercên guncaw ji bo dabînkirina vegera bi dilxwazî û awayekî ewle kirin, û her du aliyan tekez kirin ku ev baştirîn bersivdan e bo wan kesên ku dixwazin guhertina demografî li Sûriyê pêk bînin, her wiha behsa rêyên aktîvkirina xebatên komîteyên sivîl ji xelkên deverê ji bo vegerandina mafan li Serê Kaniyê ya Gundewarê Hesekê û herêma Efrînê li gundewarê Helebê kirin.
Amadebûyan behsa giringiya pêkanîna gerên meydanî li piraniya gund û bajarokên herêmên rizgarkirî bi beşdariya endamin ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî kirin, ji bo şopandina rewşa sivîlan û naskirina pêdiviyên wan û piştrastbûna ji başkirina rewşa ewlehiyê û dubarenebûna binpêkirinan.
Kesên amade li ser rola girîng a saziyên cîbicîkar ên Hikûmeta Sûrî ya Demkî di warê parastina ewlehî û aramiyê de û pêwîstiya bihêzkirina wê axivîn.
Beşdaran tekez kirin ku hevkariya di navbera Hevbendiya Niştimanî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de hevkariyeke rasteqîn û stratîjîk e, û tekezî li ser berdewamiya karê hevbeş û hemahengiya ji bo gihiştina çareseriyên piraktîkî yên ku alîkariya xelkê di çareserkirina pirsgirêkên wan û dabînkirina pêdiviyan de bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî