Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, ligel Şandera Birîtanya ya taybet bo Sûriyê Anne Snow civiya, di wê hevdîtinê de pêşhatên derbarê rewşa Sûriyê, pêşhatên dawî yên pêvajoya siyasî li Cinêvê û pêwîstiya ku hemû dosyên wê aktîv bikin, tevlî karê Komîteya Destûrî, gengeşe kirin.
El-Behra pilanên xebata Hevbendiya Niştimanî diyar kirin, ew pilanên bi armanca peydakirina derfet û bijardeyin din ji Sûriyan re da li welatê xwe bimînin û bakurê Sûriyê li ser hemû astan pêşde bibin, û tekezî li ser giringiya rola sûriyan û rêxistin û kesayetên wê kir, ji bo beşdariyê di vê projê de bikin, da bibe bingehek bo parastina yekîtiya Sûriyê bi xak û gelê wê ve.
Her du aliyan behsa kêşeyên penaberên Sûriyê li welatên cîran û binpêkirinên ku li dijî wan dibin û pêwîstiya standina tedbîran ji aliyê civaka navdewletî ve ji bo rawestandina wan zêdegaviyan kirin.
Her wiha behsa karesata rewşa jiyanê ya ku hemwelatî li seranserê Sûriyê tê de dijîn û awayên alîkariyê ji bo sivikkirina azarên wan hat kirin.
Ji aliyê xwe ve, nûnera Brîtanya helwêsta neguhêr ya welatê xwe derbarê cîbicîkirina biryara jimar 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî dupat kir, ji ber ku ew takerê ye ji bo dabînkirina ewlehî, aramî û aştiya domdar.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî