Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko tawanên cengê yên rêjîma Esed di salên heştêyan de li Hema û Helebê pêk anîn, ji tawanên herî kirêt û hovane li dijî Sûriyên bêguneh in.
El-Behra amaje bi wê yekê kir ku gelê Sûriyê demeke kurt di bin siya desthilateke niştimanperwer û demokratîk de jiya, di pey re pêleke inqilabên leşkerî yên li pey hev hatin, di wan deman de qonaxên desthilatdariya leşkerî dest pê kirin, û ew qonax bû serdemeke ku partiyek bi tena serê xwe dest deyne ser desthilatê, paş re malbatekê tenê desthilatdarî li dewletê kir û dîroka stemkarî û zordariya xwe bi serkutkirin û tawanên dijî mirovahiyê derheqê sûriyên bêguneh nivîsand.
El-Behra tekez kir ku tawanên herî kirêt û hovane, tawanên cengê yên salên heştêyan li Hema û Helebê ên berî 42 salan bûn, tê de komelkujî dijî sivîlan hatin pêkanîn, di pey re ji sala 2011an ve tawanên cengê yên li dijî mirovahiyê ên ku hejmara qurbaniyên wan gihişte bi sedên hezaran ji mêr û jinên sûrî hatin pêkanîn.
El-Behra bal kişand ser ku di sala 2011an de şêniyên Sûriyê rabûn ser piyan ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovî, destûrî û siyasî, lê rejîmê bi kuştin û wêrankirinê bersiva wan da û dirûşma “Esed an em ê welat bişewitînin” bilind kir.
El-Behra tekez kir ku Sûrî hîna berdewam in di tekoşîna xwe de ji bo bidestxistina dadwerî û serweriya yasayê, û çûna ber bi sîstemeke demoqratî li ser bingeha piralîbûna siyasî û veguheztina aştiyane ya desthilatê, ya rûmeta welatiyan biparêze û azadî û mafan di dewleta hemwelatîbûna wekhev de garantî bike.
Îro Înê, 42’emîn salvegera komkujiya Hemayê ye ya ji aliyê rêjîma Esed ve di sala 1982an de pêk hat, û tê de nêzîkî 40,000 sivîlî di heyama 27 rojan de hatin kuştin, piştî dorpêçkirina bajêr û bombebarankirina bi tundî û êrîşa hêzên bejayî û pêkanîna komelkujiyan bi serokatiya Rif’et el-Esed ku wê çaxê fermandarê “Seraya Eldifa’i ” bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî