Tora Sûrî ya Mafên Mirov got ku xwendekarê zanîngehê Ebdulrehman Mistefa el-Ebû Hesna, piştî girtina wî di sala 2014an de, di bin îşkenceyê de di zindanên rêjîma Esed de hat kuştin.
Toreyê diyar kir ku Ebû Hesna xwendekarê zanîngehê yê Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha El-Be’is ya bajarê Humsê ye , ji bajarokê Qelat El-Mediq li gundewarê rojavayê parêzgeha Hemayê ye, di sala 1996an de ji dayik bûye, di 29’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an de li bajarê Humsê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.
Toreyê amaje bi wê yekê kir ku ji kêliya windabûna wî de û heta niha, di nav kesên bi zorê hatine windakirin de ye, bi sedema mukurnehatina rejîmê bi binçavkirina wî, her weha rê nedida kesekî, eger parêzer jî ba, ku serdana wî bike.
Toreyê her weha got ku di 2ê Sibata 2024an de, malbata qurbanî agahdar bûn ku ew li Rêveberiya Nifûsa Sivîl wekî mirî hatiye tomarkirin, tevî ku zanyarî piştrast dikin ku dema ew hate girtin rewşa wî ya tenduristî baş bû, û texmîna herî mezin ew e ku bi sedema îşkencê û paşguhkirina tenduristî miriye.
Toreyê amaje bi wê yekê kir ku hêzên rejîmê termê wî xortî radestî malbata wî nekir, û ev şêwazê rêjîmê ye ku termên piraniya kuştiyên di navendên xwe yên binçavkirinê de radestî malbatên wan nake û laşan gelek caran bi riya şewitandinê bi awayek pilankirî wenda dike.
Amarên toreyê diyar dikin ku nêzîkî 135638 welatiyên sûrî hîn di girtîgehên hêzên rêjîmê de ne yan bi zorê hatine windakirin, di heman dema ku nêzîkî 15051 welatiyên sûrî bi sedema işkencekirinê di girtîgehên hêzên rêjîmê de mirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî