Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku pêşvebirina devera bakurê Sûriyê yê rizgarkirî û başkirina rewşa wê mijareke bingehîn a herdemî li ser maseya desteya siyasî ye, bi hemû wateyên ku ev sernav li xwe digire, çi li ser asta xizmetguzarî be an ewlehî, dadwerî û debara jiyanê be, bi taybetî di warê ewlehiya navxweyî û dadweriyê de.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de ji “Global Justice Syria News” re li ser hewlên wezareta berevaniyê û ya navxwe û ya dadweriyê û şopandin û piştevaniya Hevbendiya Niştimanî ji xebata hikûmetê re di vî warî de ji bo baştirkirina rewşê û çaresekirina kêmasiyan axivî, û anî ziman ku ev pêvajo berdewam e û di şert û mercên dijwar û di nav zehmetiyên mezin de pêk tê.
Ebdulletîf amaje kir ku karê Hevbendiya Niştimanî di çarçoveya bihêzkirina rola Hikûmeta Demkî û mukumkirina wê de ye, ji ber ku baştirkirina rewşa ewlehiyê, bihêzkirina dezgehên sepandina yasayê û xurtkirina rewşa yasayî û desthilata dadweriyê, stûnên bingehîn in ji bo bihêzkirina rolên hikûmeta demkî di warê xizmetguzarî û aborî de.
Ebdulletîf amaje bi wê yekê jî kir ku hewlên hikûmeta demkî diyar in û konferansa veberhênanê ya vê dawiyê di vê çarçoveyê de bû, û got ku bihêzkirina tê xwestin dê ji encama bizavên hevbeş ên tevayî be, di nav de çalakvanên sûrî yên sivîl di warê aborî û rêxistinên civaka sivîl de, her weha piştgiriya welatên dost, bi taybetî Tirkiya hevalbend.
Ebdulletîf diyar kir ku arasteyeke zelal a Hevbendiya Niştimanî heye ber bi pêşxistina bakurê rizgarkirî ji hemû aliyan de, çi Hikûmeta Demikî be an vejandina jiyana aborî û baştirkirina rewşa jiyana xelkê be, di heman dema ku Hevbendî kar dike ji bo dosya Sûriyê bihêle cihê guhdana navdewletî û nûnertiya mafê gel di warê guhertina siyasî de bike, li ser bingeha biryarên Netewên Yekgirtî û berdewamiya piştgiriya xebatên dadwerî û dadpirsînê dijî tawankarên cengê û sizadana wan.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî