Tora Sûrî ya Mafên Mirovan raporta xwe ya mehane ya meha kanûna paşîn a borî belav kir, tê de kuştina 72 sivîlan , 18 zarok û 10 jin di nav wan de hene, û rûdana bi kêmanî 37 êrîşan li ser navendên jîndarî yên sivîlan, û bombebarankirina rêjîmê ji deverên sivîlan re bi çekên şewitandinê belgeh kiriye.
Raporê kuştina 5 kesan bi sedema eşkenceyê tomar kir, û rûdana herî kêm 2 komkujiyan her weha girtina 182 kesan, 8 ji wan zarok û 4 jin in, rêjeya herî mezin ji wan bi destê hêzên rêjîmê ye.
Li gorî raporê, rejîm berpirs e di ber 29 êrîşan li ser navendên jiyanê yên sivîl de, ku piraniya wan li parêzgehên Idlib û Helebê ne, di nav van êrîşan de 11 êrîş li ser navendên perwerdekirinê, 2 li ser navendên tenduristiyê û 3 li ser perestgehan in.
Raporê herwiha got ku herî kêm hêzên rêjîmê du êrîşên bi çekên şewitandinê pêk anîne, li deverên niştecihbûyî yên dûrî eniyên şer, û tevgereke leşkerî li cihên armanckirî di dema êrîşan de nehat dîtin.
Rapora toreyê got ku hêzên rêjîmê berdewam in di derxistina astengiyan de ji sivîlan re li deverên di bin kontirola wan de, û berdewam in di amanckirina sivîlan de bi sedema helwesta wan a siyasî, û girtin û windakirinên bi darê zorê li deverên cihêteng ên di bin kontrola wê de pêk anîn, û binpêkirinên herî zêde di heyva kanûna paşîn de li parêzgeha Şamê bûn, gundewarê Şamê di asta duwem de , paşê Deraa bû, û hîn jî îşkence li navendên wê yên girtinê tê bikaranîn.
Toreyê diyar kir ku destdanîna rêjîmê li ser mal û milkên xelkê ranewestiyaye, li gorî yasa û qanûnên ku ew derdixe, her weha rêjîm berdewam e di destdanîna li ser pereyên alîkariyên mirovî û bikaranîna wan ji armancên xwe re û kontrolkirina çarenûsa kesên sûdê jê werdigirin, bi rêya kontrolirina rêxistinên nehikûmî yên ku van diravan distînin û birêve dibin.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî