Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

El-Behra: Guhertina Ketwara Sûriyê welatan neçar dike ku biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê cîbicî bikin

February 6, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
El-Behra: Guhertina Ketwara Sûriyê welatan neçar dike ku biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê cîbicî bikin

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko giringtirîn pêşindeya ko Hevbendiya Niştimanî ji bo wê kar dike ew e, guhertina ketwara Sûriyê bi awayekî ku bibe egera guhertina siyasetên navdewletî ber bi bilindkirina dosya Sûriyê di lîsteya qeyranên navneteweyî de, ji bo bihêle welatên cîhanê berê xwe bidin siyasetên bibandor derbarê çareseriya siyasî di riya cîbicîkirina biryara 2254 bi awayekî tam.

El-Behra di daxuyaniyeke rojnamevanî ji rojnameya xwecihî “Hibir” re, amaje bi wê yekê kir ku herêmên rizgarkirî û gelê Sûriyê xalên pêşîn ên ku ew ji 5 mehên borî de (destpêkirina rola nû di Hevbendiya Niştimanî de) li ser kar dikin. û berdewam kir û got: “Min pir giringî da ku ez mekanîzmayên peywendiyan û civînên rolane bi hemû çalakiyên sivîl û siyasî yên sûrî re saz bikim, tevlî rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên çalak ên serbixwe yên li Sûriya û Tirkiyê, ji ber ku Tirkyê mêvandariya hejmara herî mezin a Sûriyan kiriye, da em karibin bi wan re nêrîn û serboran parve bikin derbarê xebatên ku em ji bo Sûriya ku em dixwazin bikin .”

El-Behra diyar kir ku wî di heyama dawî de bi encumanên xwecihî, odeyên bazirganî û pîşesazî, hejmarek karsaz, Encumana Êl û Eşîran, rêxistinên sûrî, sendîka, federasyonên ciwanan û revendên sûrî re hevdîtin pêk anîn, û tekezî li ser guhdarîkirin û têgihiştina pêdawîstî û hêviyên Sûriyan ji bo xebateke biencamtir û bêhtir cihê baweriyê kir.

Û amaje bi wê yekê jî kir ku piroseya siyasî jî yek ji pêşindeyan e, û bal kişand ser pêwîstiya parastina biryarên 2118 û 2254 yên Encûmena Ewlekariyê û zindîhiştina wan û nehiştina paşguhkirina wan, ji ber ku ew bingeh in ji bo daxwazên gelê Sûriyê û armancên şoreşê û bidestxistina dadwerî, serweriya yasayê û veguhestina siyasî ber bi sîstemeke demoqratî ya desthilatê ya li ser bingeha piralîbûna siyasî û avakirina dewleta hevwelatîbûna wekhev, di bin siya destûreke ku azadiya Sûriyan garantî dike û rûmeta wan a mirovî diparêze û mafên wan misoger dike.

Her wiha tekez kir ku pirsa girtiyan ji bo hemû gelê Sûriyê giringtirîn pirse û got: “Em her dem wê di serê lîsteya pêşindeyan de datînin, em daxwaz dikin ku di hemû hevdîtin û civînên fermî û navdewletî de pêşketinek têde peyda bibe, û em tekeziyê li ser pêwîstiya dîtina çareseriyekê ji kok de û bilez jê re dikin, lê mixabin ev mijar hê jî êsîra siyasetên rejîma tawankar e û nahêle pêşde biçe.”

El-Behra bal kişand ser wê yekê ku mijara girtiyan di heman demê de bindesta astengkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî di Encûmena Ewlekariyê de ye, û tekezî li ser pêwîstiya hiştina wê wek mijara yekemîn û karkirina ji bo azadkirina girtiyan û naskirina çarenivîsa windayan bi hemû rêyên pêkan kir.

Û tekezî li ser giringiya geşepêdana bakurê Sûriyê kir, û destpêkirina çêkirina modeleke serkeftî ku nûnertiya Sûriya rasteqîne li deverên rizgarkirî bike, bi handana li ser veberhênanê û peydakirina jîngeheke ewle û aram, û karkirina ji bo piştgirîkirina jêrxan û xizmetguzariyan û sazîkirina dezgehên hikûmetê li Sûriyê bi awayekî rasteqîne, û bal kişand ser pêwîstiya piştevanîkirina karînên Hikûmeta Demkî û çavkaniyên wê ji bo karibe planên geşepêdanê cîbicî bike.

El-Behra dît ku serkeftina di cîbicîkirina vê nerînê de dê ji cîhanê û Sûriyan re diyar bike ka em Sûriyake çawa dixwazin, û çawa sûrî dikarin wê birêve bibin, dema ku em wê bi tevahî azad bikin bi rengekî ku pêşketin û geşepêdan û bexteweriyê ji hevwelatiyên ji hemû pêkhate û mezheban re bê cudahî û dûrxistin peyda bikin, û tekez kir ku pêwîstiya pêkanîna wan karên mezin tevan bi beşdariya her kesî heye, sazî, rêxistin, partî, komele, yekîtî û kesên xwedan ezmûn û şiyan.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Geşepêdana bakurê SûriyêGuhertina ketwara Sûriyê
Share8TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Yekemîn salvegera erdheja wêranker a Sûriye û Tirkiyê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.