Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîniya Hevrêzkariya Piştgiriyê, Mihemed Heseno, şiroveyek derbarê karê Yekîniya Hevrêzkariya Piştgiriyê li deverên rizgarkirî ji Endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoroş û Rikberiya Sûrî di riya odeyeke telfizyonî girtî re pêşkêş kir.
Û Heseno girîngtirîn kar û astengiyên tûşî tîmên rêvebir û yên teknîkî tên berçav kirin, û bi Endamên Desteya Siyasî re pêşketina karê yekîniyê û karîna beşdariya wê di dabînkirina alav û amûrên pizîşkî yên pêwîst de ji bo nehêlana belavbûna covid19 gengeşe kir.
Û Heseno di şiroveya xwe de eşkere kir ku Yekîne li ser hejmarek ji pirojeyan dixebite, û di serî de dabînkirina amûrên taqîkirina Covid19 ye, û kar ji bo taqîgehan li cûrbecûr deverên rizgarkirî dabîn bike, daku dema gihîştina nimûneyan bo taqîgehê kêm bibe.
Û tekez kir ku Yekîniya Hevrêzkariyê li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Tenduristiyê bi armanca hevrêzkariyê û nîşankirina hewcedariyên pizîşkî li gorî şîyanên wê kar dike.
Û Heseno eşkere kir ku Yekîniyê di sala 2013yan de Toreya Hişyarkirina Lezgîn damezrand, û wê gavê 300 pizîşk di bin serpereştiya Navenda Nexweşiyên Vegir ya Emrîkî de bûn, û ew navend yekemîn e li aliyê “Ocha” û Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pesendkirn.
Û bal kişand ku yekîne hîn Pirograma Çakkirina Jingehê yaku pîvana paqijbûn û gemrabûna avê dike bikar tîne, û anî ziman ku ev pirogram ji hêla Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî pesendkirî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî