Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûrî, bi Serokatiya Doctor Nesir Elherîrî, civînek li ser tora enternêtê li gel Serokê Hikûmeta Sûeî ya Demikî, Abdullrehman Mustefa , û wezîrê Berevaniyê Lîwa Selîm Idrîs li dar xist, têde rewşa siyasî û meydanî û amadebûna artêşa niştimanî ji bo rûberûbûna êrîşên ku heye çeteyên rijêma Esed û piştgirên wê pêk bînin bi wan re gengeşe kirin.
Herweha civîngeran warê rêxistinî yê Artêşa Niştimanî û veguhestina yekîneyên Artêşê ji baregehên xwe re bo hêlên berevaniyê li derveyî bajaran, û pêkanîna çaksaziyên rastyeqîn di hundurê dezgeha leşkerî de gengeşe kirin.
Û desteya siyasî pesnê biryara veguhestinê da, û dît ku ew yek ji giringtirîn biryarên ku bingeha qonaxeke nû datînin li deverên rizgarkirî li ser asta rêvebirî û rêxistinî.
Amadebûyen tekezî li ser piştgiriya xwe ji biryarên Yekîneyên Leşkerî yên Artêşa Niştimanî û giringiya pabendiya bi wan ji hemû aliyan kir, herweha berdewamiya di pêşxistina Artêşa Niştimanî û peykerê wê yê rêvebirî û leşkerî, ji bo avakirina artêşeke pîşekar ku erkê wê yê sereke parastina sivîlan û yekbûna xaka Sûriyê be.
Û Serokê Hikûmetê Ebdulrehman mustefa, diyar kir ku pêkanîna hêminî û aramiyê li deverên rizgarkirî di serê lîsteya pêşindeyên Hikûmeta Demikî de ye, û her weha got ku Artêşa Niştimanî giringtirîn stûn e, ji bo rûberûbûna dijminkariyên ku heye li ser wan deveran pêk werin, û parastina sivîlan.
Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, doh êvarî, daxwiyaniyek derxistibû, têde diyar kiribû ku yekîneyên leşkerî yên bi ser Artêşa Niştimanî ve, baregehên xwe ji bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê û bajarê Efrînê veguhestine baregehin nêzî hêlên berevaniyê.
Û Wezareta Berevaniyê tekez kir ku ev gav tekezî ne ji hêla Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve, ku ew herdem kar ji bo dabînkirina çaktirîn rewş ji bo vehêsana sivîlan li tevaya bajarên rizgarkirî dikin.
Û Wezaretê tekez kir ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî, bi hersî tabûrên xwe û Eniya wê Ya Niştimanî ya Rêzgarkirinê ve, dê li gor baweriya xelkê bi wan bin, di tevaya dem û rewşan de, û ticarî xwe ji erkê xwe nadin alî, ji bo dabînkirina aramî û hêminiyê ji gel re û berevaniya di ber wan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî