Îro li Istembolê endamên desteya siyasî ya Hevbendiya niştimanî ligel balyozên girûpa dewletên dostên Sûriyê (Elkor) hevdîtin kirin, û herdu aliyan gotubêjên Hevbendiyê yên bi şanderê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora re gengeşe kirin, û herwiha gengeşekirina mêkanîzimên pêşxistina piroseya siyasî bo pêkanîna çareseriyek siyasî bo dabînkirina xwestekên gelê Sûriyê.
Endamên desteya Siyasî pabendiya Hevbendiyê bi çareseriya siyasî li Sûriyê anîn ziman bi şêweyê ku daxwazên gelê Sûriyê dabîn bibin di avakirina sîstemek sivîl firealî li ser binaxê parvekirina aştiyane ji desthilatê re, û herwiha pabendiya xwe bi lêvgera navdewletî bo çareseriya siyasî bi çavdêriya NY li ser bingeha daxuyaniya Jinêv û biryarên Encûmana Asayîşê yên pêwendîdar dupat kir.
Endamên desteya siyasî baweriya xwe bi hevpariya niştimanî bo avakirina Sûriya paşerojê bi rêka pişkdariya hemû pêkhateyan û gerantîkirina mafên wan ligor destûrê dupat kirin, û herwiha retkirin û dijberiya terorê terorê bi hemû reng û şêweyên wê û hevdem bi dijberiya rêjîmê û hevalbend û mêlîşêyên wê re.
ji aliyê xwe ve Hevbendiyê daxwaz ji Girûpa dostan kir bi dîtina aliyekî rijd û kara di piroseya Siyasî de ku pabend be bi binyatên wê û amade be li ser maseya gotubêjan rûne, û di dema ew alî peyda nebe di wê demê de pêwîste vegerin Encûmena Asayîşa Navdewletî.
Herwiha endaman daxwaza aktîvkirina lêvgera navdewletî û rêgirtina li her hewlên çêkirina nakokî û cudahiyan di lêvgerê de kirin, û piştgirî û xurtkirina diyaloga Sûrî û û piştgiriya nûnerê yasayî yê danpêdan pê heye li ser astê navdewletî û alîkariya opozisyonê li ser karê hevbeş û retkirina hewlên lawazkirina wê û piştgiriya bizavên dijberiya terorê bi hemû şêweyên wê û di nav de rêjîma Esed û hevalbendên wê û çeteyên Hizibulah û DAIŞa terorîst.
Dîsa Hevbendiyê tekezî kir li ser giringiya ku girûpa dostên Sûriyê rêjîma Esed neçar bike li ser rawestandina komelkujiyan, û daxwaz jê kir ku ji Encûmena Asayîşê standina biyarekê bixwaze têde rêjîma Esed neçarî çareseriya siyasî bike, ya ku ji bicihkirina daxuyaniya Jinêv û damezrandina desteyeka fermanrewiya veguhêz bi tevaya desthilatdariyan destpê dike.
Herwiha Hevbendiyê tekez kir ku rûbirûbûna terorê li Sûriya bi damezrandina desteyeka fermanrewiya veguhêz bi tevaya desthilatdariyan wek desthilatek serwerî navnedî berpirs ji şerê dijî terorê li ser tevaya xaka Sûriyê destpê dike, herwika damezrandina artêşek niştimanî ya bi şiyan bo parastina xaka Sûriyê û bergirîkirina gelê Sûriyê li hember terorê.
Jêder:Hevbendî