Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Pesnê Pêşketina Arteşa Niştimanî Dide û Daxwaza Zêdekirina Desttêwerdana Mirovahî ji Hêla Neteweyên Yekgirtî Dike

January 23, 2020
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Desteya Siyasî Pesnê Pêşketina Arteşa Niştimanî Dide û Daxwaza Zêdekirina Desttêwerdana Mirovahî ji Hêla Neteweyên Yekgirtî Dike

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, îro pênşemê, civîna xwe ya rolî lidar xist, û bi birêveçûna operasyonên şer û pêşketinên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û şikestinên rejima Esed û sponsorên wê di meydanên şer de dest pê kirin, û pirosesa siyasî û dawîtirîn pêngavên girêdayî bestina gera nû ya Komîteya destûrî li Cenevê gengeşe kirin.

Û Civîn bi serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî ,Anas Alabda, û bi amadebûna serokê desteya danûstandinan ya Sûrî Dr. Nasr Alharîrî, û Serokê Komîteya Destûrî Hadi Albahra, û Serokê Hikûmata demkî ya Sûrî, Abd Alrahman Mustafa birêve çû.

Û Piştî pêşkêşkirina raporeke meydanî û leşkerî ji hêla Ofîsa Têkeliyên Leşkerî ve, Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê serkeftinên hêzên artêşa niştimanî di rûbirûbûna hêzên rêjîmê û milîsên mezhebî yên li eniyên şer li Idlib û gundewarê Helebê da, û tekez kir ku şoreşger bo şikandina helwên pêşketina rêjîmê û parastina deverên azad amade ne, di dema civaka navdewletî nikare fişaran li rêjîmê û siponserên wê bike daku agirbesteke berfireh û bi temamî pêk bîne.

Û ji hêla xwe ve serokê hikûmeta Sûrî ya Demkî, diyar kir ku pirsgirêkên hikûmetê zêde dibin, jiber hejmara derbidrên ji Idlib û gundewarên rojava û başûrê Helebê mezin bûye,û destnîşan kir ku ev zehmetiyên gelê sûriyê dibînin, hewcedarî destêwerdaneke mirovahî ya mezintir in, ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve, û hevkariyeke çalak di navbera wan û hevkarên li ser erdê de tê xwestin, û tekez kir ku divê karê encûmanên xwecehî bihêz bibe, dako karibin pêdviyên bingehîn ji derbideran re peyda bikin.

Û beşdaran pêşveçûnên doseya siyasî û serdana nûnerê Neteweyên Yekgirtî, Ger Pederson, dawiya hefteya borî ji Moskowê re, da xişteya karê komîteya destûrî ya Sûrî deynin, gotûbêj kirin.

Û serokê desteya danûstendinan ya Sûrî, behsa bizaveka navneteweyî ya ji bo lidarxistina gereke nû ya Komîta Destûrî kir, lê di heman demê de amaje bi nizimbûna asta hêviyan kir, bi sedema tinebûna vîneke rast ji hêla Rûsya ve bo pêşvebirina pirosesa sîyasî , ji ber ku Rûsiya tenê baweriyê` bi operasyonên serbazî yên xwîdar tîne.

jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Raporek Meydanî: Bêtir ji 67000 Kesî di 9 Rojan de ji Gundewarê Helebê Derbider Bûne

Raporek Meydanî: Bêtir ji 67000 Kesî di 9 Rojan de ji Gundewarê Helebê Derbider Bûne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.