Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, di raporeke xwe de, duh çarşemê, diyar kir ku 67507 kes ji başûr û rojavayê bajarê Helebê ji 14 kanûna paşîn ta duh çarşembê 22 vê heyvê, bi sedema bombebaranên Rûsiya û hêzên rêjîmê, derbider bûne.
Û tîma “Hevrêzkarên Bersivdanê” aşkere kir ku 27003 ji derbideran zarok in, û 23627 jin in, 16877 mêr in, û anî ziman ku bêkarînek di warê dabînkirina pêdviyên derbideran di hemû kartên alîkariyên mirovahî û xwarin û cih û war û alavên tenduristiyê de hene.
Û Tîma Bersivdanê di raporê de da xwiyakirin ku 31265 kes ji derbideran pêtir ji carekê derbider bûne, û 36242 kes cara yekemîn e ku derbider dibin, herweha roja yekşema bûrî tîmê derbiderbûna 26779 kesî ji gundewarê başûr-rojevayî Helebê tomar kir.
Tê zanîn ku Rûsiya û hêzên rêjîmê ji 17 kanûna paşîn de gund û bajarokên gundewarê başûr-rojavayî Helebê bi tundî topbaran kiribûn, di heman dema êrîşên leşkerî yên bejahî ji aliyê hêzên rêjîmê û miliseyên pêve girêdayî ve û piştgiriya Rûsya, li ser gundewarê Idlibê ji 25 heyva çirya paşîn 2019 de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî