Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi dirêjiya herdu rojên Çarşem û Pêncşemê, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û mêvandariya Serokê Desteya Danustandinê ya Sûrî Bedir Cemûs û Hevserokê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra li dar xist.
Û amadebûyan raporên karê Ofîs û Rêvebirî û Komîteyan û Plansaziya Sekreteriyê û Ofîs û Sendîka û Yekîtiyan û Komîteya Cezîre û Firatê, Ofîsa Karûbarên Penaberan, Ofîsa Revendan, Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan û Desteya Niştimanî ya Karûbarên Winda û Girtiyan, Raporta Dezgeha Ragihandin û Pêwendiyan, û Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş guhdarî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit şiroveyek li ser gera xwe ya li devera bakurê Sûriyê ya rizgarkirî û bajarên Tirkiyê yên li ser sînorê Sûriyê pêşkêş kir, û li ser civîna xwe bi rêvebirên saziyên xizmetguzariyê û serkirdeyên Feyleqên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û encumenên xwecihî û çalakvaniyên sivîl re axivî, û tekezî li ser berdewamiya kar bo baştirkirina rewşa jiyanê li deverên rizgarkirî kir
Û Cîgirê Serok Ebdulehed Istêfo kurteşiroveyek li ser karê Rêvebiriya Pêwendiyên Derve pêşkêş kir û behsa amadekariyên berdewam bo serdana Emerîka li kêlek civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî kir.
Û Cîgira Serok Ruba Hebûş workşopa ku Desteya Jinê ya Sûrî bo jinên Sûriyê bi hevkariya Ofîsa Şêwirdariya Stratejîk li bajarê Orfayê yê Tirkiyê li dar xistiye berçav kir.
Û Cîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar behsa civîna Encûmena Niştimanî ya Kurd li gel nûnerê nû yê Emerîkî kir, û tekez kir ku ti diyalog di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd û milîsên PYDe de nîne.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Şêwirdariyên Stratejîk Ehmed Tu’hmê kaxezeke siyasî xwend, û têde şirove li ser kurteşiroveya vê dawiyê ya nûnerê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî