Serokê Desteya Danûstandinaê ya Sûrî Bedir Cemûs û Hevserokê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, hûrgiliyên civîna girûpa dewletên pêwendîdar bo pirsgirgêka Sûriyî yaku vê dawiyê li Cinêvê li dar ketiye ji endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re pêşkêş kirin, civîna ku lidarketina wê ji aliyê Desteya Danustandinan ve hatibû xwestin, û Emerîka jî daxwaza wê kiribû, û nûnerên 11 dewletan û Komkara Erebî, Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî lê amade bûn, û Desteya Danustandinê têde beşdar bibû, daku dosya Sûriyê di dema likumîna riya destûrî û pirosesa siyasî de gotûbêj bike.
Û Camûs li ser daxwazên ku Desteya Danustandinê ji nûnerên dewletan re pêşkêş kirine axivî, yaku têde xwestibû ku giringiyê bidin bizavên xwe ber bi piroseseke siyasî ya bibandor, daku rê û mîkanîzmayên cîbicîkirina biryara 2254 encamê bidin, neku di danustandinên li ser nivîsar û naveroka wê noq bibin, û rijdbûna li ser helwestên heyî û berdewamkirina bi rastî di riya parastina helwestên normalnekirina têkliyan bi rijêmê re, û ranekirina cezayan ji ser rijêmê, û pereyên jinûveavakirinê neyên dan bêyî pêkanîna pêşketinên cidî û nirxdar û bêveger di pêvajoya siyasî de çê nebe.
Û Cemûs amaje bi wê yekê kir ku wan daxwaza berdewamiya hewldanên navdewletî derbarê pêşxistina pirsa azadkirina girtiyan û zanîna çarenivîsa windayan heta pêkanîna encamên tê xwestin kirin, her weha piştgirîkirina kartêkerkirina proseya lêpirsîn û sizakirinê derbarê tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku li Sûriyê pêk tên, Ji bilî dîtina mîkanîzmeke nû bo biryara derbaskirina alîkariyên mirovî û dûrxistina wê ji gefên siyasî yên ku di Encûmena Ewlekariyê de pêk tên.
Û Cemûs û Elbehra tekezî li ser pabendbûna bi biryarên navdewletî ta gihiştina çareseriyeke siyasî yaku daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê pêk bîne kir, û di serî de cîbicîkirina biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cenêvê û biryarên 2118 û 2254.
Û şêwazê danûstandina Netewên Yekbûyî rexne kirin, û gotin ku divê bi cidîtiyeke mezintir biryara 2254 cîbicî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî