Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyek ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, û Komîserê Bilind yê Netewên Yekbûyî yê Karûbarê Penaberan Fîlîpo Grandî û Serokê Encumena Ewlekariyê yê xola niha Balyozê Fransa Nicolas de Riviere û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxeyt re şand derbarê rewşa penaberên Sûrî li Libnanê.
Û Elmislit bal kişand ser ku derdeseriyên Sûriyan li Libnanê zêde dibin, bi sedema kontrolkirina curbecur navendên Libnanê ji aliyê milîsên Hizbullaha terorîst ve, yên ku alîgiriya xwe ya tam ji rijêma melayên Tehranê re radigihîne, rêxistina ku desttêwerdana wê li kêleka rejêma Esed bû, û beşdarî di tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê û yên dijî gelê Sûriyê de kir, û ew sedema yekser bû ku Sûrî ji mal û warên xwe ber bi Libnan û welatên din de koçber bibin daku cihekî aram peyda bikin, û canê xwe û endamên malbatên xwe biparêzin.
Û di nameya xwe de rewşa derdeserî yaku penaberên Sûrî li Libnanê têde dijîn berçav kir, û ya herî berztir rewşa ewlehî ya xirab e, û tomarkirina bûyerên dijminkariyê yên ku gihîştine asta kuştinê, Ji bilî şert û mercên dijwar yên jiyanê, û redkirina rayedarên fermî yên Libnanê ku alîkariyên navdewletî yên ku digihêjin penaberên Sûriyê weke ku heye radestî wan bikin.
Û li ser daxwiyaniyên dubare yên siyasetmedarên Libnanê yên ku daxwaza vegera Sûriyan û derxistina bisedên penaberan bi darê zorê û radestkirina wan bo rijêma Esed dikin, daku çarenivîseke nediyar li benda wan be axivî, û daxwaza destwerdaneke bilez kir, û daxwaz ji desthilatên fermî yên Libnanê kir ku çi pîlana ji bo derbiderkirina Sûriyan hebe rawestîne, û rêzê li yasayên navdewletî yên ku pêwîstiya wan bi parastina penaberan heye bigre, û mafên wan bide, û Hikûmeta Libnanî erkên xwe derbarê penaberan li gor yasayên navdewletî yên pêwendîdar bicî bîne.
Û tekezî li ser pêwîstiya parastina penaberên Sûrî li Libnanê ji kontrolkirina milîsên terorîst yên Hizbullah û binpêkirinên wan yên berdewam dijî penaberan kir, û xwest ku kar bi hemû rêyên gengaz bo rawestandina gotara nefretê yaku penaberan armanc dike bibe, û nakokiyên di navbera gelê Sûriyê û gelê Libnanê yê bira de pûç bikin, û hemû hewlên çêkrina nefretê û kiryarên nijadperestî di navbera gelên bira yên Sûriyê û Lubnanê de têk bibin.
Û ji desthilatên fermî yên Libnanê xwest ku berpirsiyariyên xwe hilgirin û berpirsên rasterast yên ku tawanan dermafê penaberên Sûrî pêk tînin siza bikin, û dadperweriyê wek gaveke pêwîst ji bo rawestandina tawanên nijadperestî dijî penaberên Sûrî misoger bike.
Û cextî li ser pêwîstiya zêdekirina guhdanê bi rewşa penaberên Sûriyê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst yên têra wan bikin û dadgehkirinek dadmend ji girtiyên Sûrî di zîndanên Libnanî de misoger bibe kir, û piştevaniya yasayî û mafnasî û derûnî dabîn bibe, her weha azadkirina bilez a hemû girtiyên Sûrî li Libnanê yên ku bi tohmetên derew hatine girtin ji ber dijberiya wan ji rijêma Esed re misoger bibe.
Û daxwaza piştgirîkirina hemû hewldanên Erebî û navnetewî bo pêkanîna veguheztina siyasî li Sûriyê kir, û Tekez kir ku ji bo çareseriya ji kok de li Sûriyê pêwîst e ku bighînin çareseriyeke siyasî di riya cîbicîkirina tam ya daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê re, û bi taybetî biryarên 2118 û 2254 û biryara Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî 67/262.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî