Di riya girêdaneke telvizyonî re, desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî bi serokatiya, Enes Elebda, civata xwe ya normal li dar xist, û rapora rêxistina Çekên Kîmawî ya ku bikaranîna rêjîma Esed sê caran, di sala 2017 de, ji çekên kîmawî re li Letamne li gundwarê parêzgeha Hema tekez dike şopand.
Endamên desteya siyasî tekez kirin ku mana rêjîma Esed bê sizadan metrsiyekê li ser jiyana gelê Sûrî diafrîne, herweha aramiya Navdewletî dixe metrsiyê de, û di heman civatê de doza cîbicîkirine biryara Heftemîn ji peymana encumana Ewlkariya Navdewletî li gor biryara 2118 ji bo sizadana Esed kirin.
Endamên desteya siyasî ya Hevbendiyê, bal kişandin ser ku naveroka vê raporê rewatiyê dide encumana Ewlkariya Navdewletî û dewletên xwedîbandor ku dest bi pêrabûnên sizakirina kesên bi wî karî rabûne bikin.
Di civatê de agahiyên derbarê pêşketinên hikûmeta demkî di rêgirtina li pêşiya belavbûna veyrûsê Korona covid19, û encamên negetîv ên taqîkirina wezareta tenduristî ji kesên gumana nexweşiya vayrosê korona bi wan re hebû, gengeşe kirin,
Di dawiya civatê de endamên desteyê kêfxweşiya xwe bi karê wezareta Tenduristiyê û dezghên wê diyar kirin, û tekez kirin ku pêwîste pêrabûnên selametiyê û aramiyê berdewam bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî