Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Elebde, nameyek ji emîndarê giştî yê komkara Erebî re şand, derbarê rapora Rêxistina Çekên Kîmawî ya tê de hatiyê ku rêjîma Esed çekên kîmawî li bajarê Letamnê li gundwarê Hema sala2017 bikar anîye.
Elebde bal kişand ser ku raporê tekez kiriye li ser ku ew êrîş xwedan istratîcîk taybet e, û pêkanîna wê bi biryara fermandariya bilind ji artêşa rêjîmê ye, ya ku berpirsyariya Esed di ber vê êrîşê de tekez dike, û berdewam kir ku rêjîmê pabendî bi sozên xwe nekir û ta vê gavê çekên kîmawî li cem hene û herdem bi kar tîne û ji ber wê pêwîst e bête sizadan, û tu têkiliyên nû pêre neyên danîn.
Di heman mijarê de, Elebde bal kişand ser ku Esed tu pabendî bi destpêşxêriya komkara Erebî nekiriye, ya ku 9 sal di ser re derbas dibe, û ew yek bû sedema kuştina bi hezran ji gelê Sûriyê û koçberkirina bi milyonan ji bilî wêrankirina bajaran û deverên istratîcî li Sûriyê.
Hêjaye gotinê ku komkara Erebî doza piştgiriya cîbicîkirina xala 21 ji biryara encumana Ewlkariyê ya Navdewletî ya 2118, ya ku doza sizakirina li gor xala Heftemîn kiriye, bo çi kesê ku çekên kîmawî bi kar bîne an bê rêdan veguhêze
Di dawiya nameyê de Elebde doza pêrabûnên sizakirinê kir, dijî çi kesên ev çek bi kar anîne, û bi taybet berpirsên pilebilind ên rêjîma Esed, û di heman nameyê de doz kir ku komkar piştgir be ji veguhestina siyasî re li gor biryara Navdewletî 2254 ya 2015an û daxuyaniya Cinêvê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî