Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane li dar xist, û behsa hejmarek ji doseyên meydanî û siyasî û navdewletî û bandorên wan li ser doseya Sûrî kir.
Û Desteya Siyasî li ser serastkirina komîteyên navxwe û temamkirina endamên wan û rewşa penaberên Sûrî û rêyên çakkirina rewşa wan, her weha berztirîn pêşhatên awarte yên doseya Estana û Komîteya Destûrî rawestiya.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, got ku di civatê de tekezî li ser hejmarek ji dosyên rêxistinî yên girêdayî bi dana şêweyê cîbicîkirinê ji biryarên civînên xola dawîn ên Desteya Giştî re, nemaze biryarên girêdayî bi serastkirina hejmarek ji ofîs û rêvebirî û komîteyan.
Û Berekat bal kişand ser ku Desteya Siyasî bi dirêjî li rewşa siyasî bi awayekî giştî rawestiya, çi di warê civatên Asîtana yên dawîn de an derbarê Komîteya Destûrî ya Sûrî be.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bi şêweyekî tam pêşniyarên Rûsya yên derbarê veguhastina danûstandinan ji Cinêvê red kirin, û dît ku cihê lidarxistina danûstandinan yek ji stûnên pirosesa siyasî ye, û tekezî li ser pêwîstiya parastina tevaya stûnên vê pirosesê kir, daku bighêjin çareya siyasî yaku dê hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne.
Û Berekat diyar kir ku endamên Desteya Siyasî rewşa meydanî ya dawîn berçav kirin, û cextî li ser pêwîstiya agirbestê û rawestandina binpêkirinên ku rijêma Esed û piştgirên wê û milîsên PYD yên terorîst pê radibin kir.
Û Berekat got ku Desteya Siyasî behsa giringiya berdewamiya fişaran li ser rijêma Esed di doseya serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî de kir, û tekez kir ku ev doseya dûrî bazarên siyasî û leşkerî ye.
Ji aliyê xwe ve Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Hebûş, got ku hewildanên hin dewlet an rêxistinan di warê dubarekirina şiyandina rijêma tawanbar de an normalkirina têkliyan pêre, ziyanê dighîne mirovahiyê û nirxên maf û dadmendiya ku tevaya gelên cîhana azad li bendê ne.
Ji hêla xwe ve Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Elbehra, li ser rabûna rijêma Esed bi kiryarên jikarêxistin û astengkirina pirosesa siyasî ji destpêka birêketina wê di sala 2011an de, ji dema destpêşxeriya Komkara Erebî û ya hevbeş di nav Netewên Yekbûyî û Komkara Erebî de, û di pey re ya Cinêvê û rawestgehên din axivî, û bal kişand ser ku rijêm hîn di wê xewnê de ye ku ew dê bi rêça leşkerî rewşê çareser bike.
Û Elbehra got ku derketin ji vê xeleka vala çênabe, bêyî rêşûnên cidî ji aliyê civaka navdewletî ve bo rizgarkirina biryarên Encumena Ewlekariyê yên têkildarî Sûriyê nemaze herdû biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî