Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî di civîna xwe ya îro de vexwendina Şandyarê Navdewletî Dî Mistora ya ji bo şêwirên duqolî gotûbêj dike.
Şandyarê Navdewletî vexwendin ji Hevbendiya Niştimanî re şandiye da li civînên şêwirdariyê li Cinêvê amade bibe, ew ên ku cuda cuda bi aliyên Opozisyona Sûrî û aliyên Rêjîmê re di destpêka Gulana dahatî de çêbibin ,Ji bo amadekariya kongirê Cinêva 3yem yê ko hêj çaxê wî nehatiye diyar kirin û ne vexwendin ji bo wî hatine şandin.
Hevbendiya Niştimanî pabendbûna xwe ji bo çareseriya siyasî tekez dike ko danûstandin dîsa bêtin vejînkirin ji xala ko lê rawestiyabûn. Tev ko baweriya Hevbendiyê ew e ku hêjî Rêjîm bi çareseriya leşkerî dixwaze encaman bide û berepêkan dide pejirandina pêşxeriyên navdewletî, da bêtir keysa demê bidest bixe û Şoreşa Gelê Sûrî yê ko doza azadî û rûmetê dike têk bibe.
Endamên Desteya siyasî pêşveçûnên rewşa şer û serkeftinên berdewam ko Şoreşgeran li Bakur û Başûrê Welat bidest xistine û rizgarkirina bajarê Cisir Elşixûr li Gundewarê Idlib gengeşe kirin. Her wiha cîgirên Serokê Hevbendiyê li ser serdana dewleta Qeterê ya di 21 Nîsanê de raportek pêşkêş kirin.
Ji aliyekî dî ve Hevbendiya Niştimanî îro li Istanbulê hevdîtineke şêwirdariyê digel alayên leşkerî û Rêkxistinên Civaka Navdewletî de kir, da helwesta siyasî ji hemû pêşxeriyên navdewletî yên dahatî re bike yek.
Jêder: Hevbendî